Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku wan di pêvajoya çareseriyê de bi ti kesî re bazar nekiriye.
Gurlek got, “Çekdar dê li hundir û derveyî welêt çekên xwe deynin, saziyên pêwendîdar ên dewletê dê vê yekê piştrast bikin û pêvajo dê bi vî rengî bigihîje encamê.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek îro serdana Rêxistina AK Partiyê ya Mêrdînê kir û li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
Gurlek tekezî li ser biserxistina pêvajoyê kir û got, "Êdî kes nikare me ji vê rêyê vegerîne."
Nexşerêya pêvajoyê zelal e
Akin Gurlek ragihand ku nexşerêya wan a di pêvajoyê de zelal e û pê de çû:
“Divê endamên terorê li hundir û derveyî welêt çekên xwe deynin û hemû ew mercên ku gefê li aramî û ewlehiya me dixwin ji holê rabin.
Piştî ku saziyên pêwendîdar ên dewletê vê rewşê piştrast bikin, pêvajo dê bi dawî bibe.
Me bi ti kesî re bazarî nekiriye û em bazarî nakin jî. Armanca me ew e ku em paşeroja vî welatî li ser bingehên dewleta hiqûqê ya demokratîk ava bikin.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û wan 467 parlamenteran kir ku li Parlamentoyê dengê xwe dabû yasaya çarçoveyê.
"Gelekî zehmet bû"
Akin Gurlek her wiha zextên berê yên li ser zimanê Kurdî bi bîr xistin û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir.
Gurlek got, "Beriya 24 salan rewşa jiyana li Mêrdînê li ber çavên me hemûyan e. Em ji wê atmosfera zordar a ku mirovan nedikarî bi zimanê dayîkê biaxive bi hêsanî negihîştin îro."
Wezîrê Dadê bal kişand ser perwerdeya bi Kurdî ya li Mêrdînê û got:
"Beriya 25 salan kê bawer dikir ku dê li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê beşên perwerdeyê yên bi zimanê Kurdî hebin?
Ji ber vê yekê li hemberî pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' hişyar bin û bi xurtî xwedî li vê rêyê derkevin."



