Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku amadehiyên aliyê Tirkiyeyê yên ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê bi dawî bûne lê aliyê Sûriyeyê hîn ne amade ye.
Bolat amaje bi wê yekê kir ku tê çaverêkirin derî heta dawiya îsal were vekirin û got, "Eger bi destê min bûya, min dê îro vekira."
Wezîrê Bazirganiyê di civîna Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, li ser budceya sala 2027an a wezareta xwe pirsên parlamenteran bersivandin û li ser rewşa deriyên gumrikê yên li ser sînorê Sûriyeyê agahî dan.
"Dê zexta li ser Xabûrê kêm bibe"
Bolat ragihand ku karên nûjenkirinê yên li deriyên sînorî yên Tirkiyeyê berdewam dikin û welatê wî dixwaze Deriyê Nisêbînê were vekirin lê divê aliyê Sûriyeyê jî amadehiyên pêwîst bi dawî bîne.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê diyar kir ku bi vekirina Deriyê Nisêbînê re dê qerebalixî û zexta li ser Deriyê Sînorî yê Xabûrê kêm bibe û hat û çûna Sûriye û Îraqê jî hêsantir bibe.
Aliyê Tirkiyeyê amade ye
Li ser dema vekirina derî jî Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê dubare kir ku aliyê Tirkiyeyê hemû amadehiyên xwe temam kirine.
Bolat diyar kir ku ew li benda aliyê Sûriyeyê ne ku karên binesaziyê yên li aliyê xwe bi dawî bînin da ku derî bi awayekî fermî ji bo bazirganî û hat û çûnê bê vekirin.



