Hewlêr (Rûdaw) – Îfadeya yekem a Arif Sefa Ozdemîrê ku 8 kes kuştibûn derket holê.
Arif Sefa Ozdemîr di îfadeya xwe de diyar kir ku bûyer bi nerihetiyeke ji ber kirîna deraseyê (wesayîta zevîçinînê) dest pê kiriye.
Li parêzgeha Afyonê ya Tirkiyeyê doh di êrişên bi çekê de 8 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li gundê Ayaziniyê 3 kes û li gundê Kiyirê jî 3 kes bi çekan hatine kuştin, her wiha li gundê Yukaritandirê 2 jin bi birîndarî hatine dîtin.
Ew her du jinên birîndar tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê mirin û li aliyê din, tedawiya kesekî din ê ku bi giranî birîndar bûye berdewam dike.
Li gorî îfadeya Arif Sefa Ozdemîrê di navbera wî û 3 kesên ku hatine kuştin de ji ber deynê deraseyê dijminahî hebûye û wî îdia kir ku 5 kesên din ji bo standina wesayîtê hatine kuştin.
Arif Sefa Ozdemîr got ku wî par bi qasî 40 hezar euroyî ji Ahmet Uzel re deraseyek kirîbûye lê dema derase li zeviyê dixebitî ji nişka ve şewitiye.
Ozdemîr diyar kir ku piştî vê bûyerê di navbera wî û Uzel de nakokî derketibû û got:
“Hefteya borî bi Uzel re axivîm û wî 11 hezar euroyê mayî xwestibû.”
Ozdemîr anî ziman ku deynê wî 4 hezar euro ye û wî dê ew pere jî di demeke kurt de bida.
Tohmetbar diyar kir ku nîqaşa ku li ser mîqdara deyn derketibû mezin bûye û da zanîn ku aliyan li ser telefonê heqaret li hev kirine û gef li hev xwarine.
Ji bo kuştinê ew biribû herêmeke gundewar
Arif Sefa Ozdemîr anî ziman ku ew operatorê deraseyê ye, sibeha roja bûyerê gelek alkol vexwariye, tifing û hejmareke zêde ya guleyan xistiye otomobîla xwe û çûye cihê hevdîtinê.
Tohmetbar ragihand ku ew û wan kesan li devera Gazligolê ya Afyonê hev dîtine û bi hev re çûne gundê Ayazîniyê û li wir biryar daye ku wan bikuje.
Ozdemîr gotiye: “Werin em herin ji bavê min pereyan bistînin û him jî biçin zeviyan kontrol bikin.”
Bi vî rengî ew kes birine herêmê û pişt re li pêşiya wesayîtên wan girtiye da ku nikaribin birevin.
Ozdemîr bi awayî qala êrişa yekem kir:
“Min bi otomobîla xwe pêşiya wan girt da ku nikaribin birevin, ez heta nêzîkî otomobîla wan bûm ji bo Numanê ku li pêş bû û kesê li kêleka wî bikujim.
Min li serê wan nîşan girt û 2 gule berdan wan.
Pişt re min gule berda kesê li pişt rûniştibû.
Dema min dît ku ew dilive, min guleyeke din jî berdayê û piştrast bûm ku miriye.”
Ozdemîr qebûl kir ku piştî kuştinan ji bo rêya revê wesayîtan biguherîne êrişên cuda pêk aniye û diyar kir ku li ser rêya gundê Kiyirê pêşiya otomobîla bi plakaya 35 AG 5198 girtiye.
Tohmetbar da zanîn ku wî Seydî Ahmet A. û Sati A.ya di otomobîlê de bûn bi hinceta ku otomobîla xwe nedane û xwestine tifingê ji dest bigirin gulebaran kiriye û pişt re kontrola otomobîlê xistiye destê xwe.
Ozdemîr eşkere kir dema ku direviya li otomobîleke din qelibî û şofêrê wê otomobîlê Îsmaîl Ş. dît tifing di dest de ye gotiye “ez dê ji polîsan bibêjim” li ser vê yekê wî guleyek bera serê Îsmaîl Ş. jî daye û ew kuştiye.
Arif Ozdemîr anî ziman ku li nêzîkî gundê Selîmiyeyê TIRek bi hinceta tengavkirinê gulebaran kiriye.
Otomobîla mamosteyan daye sekinandin û ji 5an ber bi paş ve hejmartiye
Tohmetbar da zanîn ku wî li navenda bajarê Afyonê gule li serê Sevgî P.ya ku nexwestiye otomobîla xwe bide xistiye û ew bi giranî birîndar kiriye.
Pişt re jî diyar kiriye ku nêzîkî gundê Yukaritandirê otomobîleke ku mamoste tê de bûn rawestandiye.
Di otomobîlê de 3 jin hebûne û jinika ku li pêşiyê bûye peya bûye lê her du jinên din di otomobîlê de mane.
Tohmetbar her wiha aniye ziman:
“Dema ku ez nêzîkî gundê Yukaritandirê ya navçeya Îhsaniyeya ya parezgeha Afyonê bûm ji bo otomobîlê biguherînim min peşiya otomobîla reş girt.
Di wê otomobîlê de 3 jin hebûn ya li kursiya pêşiyê peya bû.
Min ji wê jina daketî re got, min gelek kes kuştine û ji bo ku ez birevim pêdiviya min bi otomobîlê heye.
Her du jinên din nehatin xwarê.
Pêşî ji 10an heta sifirê paşê jî ji 5an heta sifirê min hejmart.
Dema min dît ew daneketin û dest ji telefonê bernadin, min gule bi ser her duyan de reşandin û her du jî kuştin.
Min zerer neda wê jina ku ji otomobîlê daketiye.”
Xwe wekî endamê MÎTê daye nasîn
Piştî kuştina mamosteyan ji paş ve li otomobîlekê diqelibe û otomobîlê dişelîne pişt re jî derbasî navçeya Seyîtgaziyê ya parezgeha Eskîşehîrê dibe.
Ew li xwe mikur hat ku li taxên Kirka û Taşlikê otomobîlên welatiyên ku kivark berhev dikirin û paşê otomobîleke din bi zora çekê talan kiriye.
Tohmetbar diyar kir ku ji ber ku tifing mezin bû hewl daye demançeyekê peyda bike û gundên ku çûye li mala mixtaran geriyaye.
Ozdemîr got ku wî ji hinek kesan re xwe wekî “çavdêrê ji Enqereyê” û “endamê MÎTê” daye naskirin.
Wî xwestiye demançeyên fermî yê mixtaran bistîne lê bi ser neketiye.
Otomobîla ku noqî heriye bûye hiştiye û bi peyatî reviyaye
Di çarçoveya lêpirsînê de hinek hûrgiliyên derbarê nasnameya Arif Sefa Ozdemîr jî derketin holê.
Hat diyarkirin ku Ozdemîr li gundê Bozuyukê yê navçeya Îhsaniyeyê ya parezgeha Afyonê dijî û wî 2 sal berê dev ji hevjîna xwe berdaye û bavê zarokekî ye.
Her wiha hat ragihandin ku ew li gund bi çandiniyê re mijûl dibe.
Hat tespîtkirin ku Ozdemîr piştî xwe wekî endamê MÎTê daye naskirin otomobîla Talha Gokgoz talan kiriye.
Hat diyarkirin ku piştî ku otomobîla talankirî noqî heriyê bûye, tohmetbar ew li wir hiştiye û bi peyatî reviyaye.
Li Eskîşehîrê hat desteserkirin
Ji bo girtina Ozdemîrê ku piştî kuştinên li Afyonê kiribû ber bi aliyê Kutahyayê ve reviyabû, hêzên ewlehiyê ketin nava liv û tevgerê û li ser rêyên revê gelek xalên kontrolê hatin danîn.
Di lêgerînan de gihîştin wê agahiyê ku tohmetbar li taxa Taşlikê ya navçeya Seyîtgaziyê ya Eskîşehîrê ye.
Ozdemîrê ku bi operasyonekê hat desteserkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Yunus Emreyê ya Eskîşehîrê ji kontrola tenduristiyê derbas bû.
Tohmetbar di bin tedbîrên ewlehiyê yên berfireh de birin Fermandariya Cendermeyan a navçeya Odunpazariyê û piştî kar û barên wî yên li wir, ew radestî tîmên Fermandariya Cendermeyan a Afyonê kirin.



