کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cihê COPê / Wêne: AA

Cihê COPê / Wêne: AA

TIRKIYE

Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP31 dest pê dike

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

09-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran09-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin
TIRKIYE10-11-2026

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne
TIRKIYE10-11-2026

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne

Fetî Yildiz: Ez bi xwe jî li dijî piraniya girtinan im
TIRKIYE10-11-2026

Fetî Yildiz: Ez bi xwe jî li dijî piraniya girtinan im

Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) îro dest pê dike.

Lûtke li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê tê lidarxistin.

Ev cara yekem e ku Tirkiye mazûvanî û serokatiya vê lûtkeyê dike.

Tê çaverêkirin ku 102 serokdewlet û serokwezîr beşdarî lûtkeyê bibin. Her wiha dê zêdetirî 300 wezîr jî tevlî lûtkeyê bibin.

Armanca sereke çi ye?

Armanca sereke ya konferansê bicihanîna sozên gerdûnî ye. Ev soz ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê hatine dayîn.

Di civînan de dê gelek mijarên girîng bên nîqaşkirin.

Fînansekirina avhewayê, terikandina sotemeniyên fosîl û derbasbûna enerjiya paqij hinek ji van mijaran in.

Her wiha dê mijara xwehevguncandina li gel krîza avhewayê jî bê nirxandin.

Lûtkeya Rêberên Cîhanê jî dê 11 û 12ê Mijdarê pêk bê.

Serokatiya Tirkiyeyê

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum serokatiya lûtkeyê dike.

Konferans îro bi beşdariya serokdewlet, birêvebirên payebilind, nûnerên saziyên sivîl û akademîsyenan dest pê dike.

Ev lûtke cara yekem sala 1995an li Berlînê hatibû lidarxistin.

Welatên peymanê her sal ji bo nirxandina bipêşketinan û dîtina çareseriyên hevpar li hev dicivin.

Di 10 xalan de Lûtkeya COP31ê

1.Mazûvanî û serokatiya Tirkiyeyê

Tirkiye cara yekem e mazûvaniya lûtkeya COPê dike. Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum serokê COP31ê ye.

2. Beşdariya 102 serokdewletan
Li gorî daxuyaniya Murat Kurum, beşdariya 102 serokdewlet û serokwezîran misoger bûye. Tê pêşbînîkirin ku derdora 300 wezîr jî beşdar bibin.

3. Hevkariya Tirkiye û Awistralyayê

Tirkiye mazûvanî û serokatiya giştî ya lûtkeyê dike. Lê Awistralya dê serokatiya dan û standinên fermî bike. Wezîrê Guherîna Avhewayê û Enerjiyê yê Awistralyayê Chris Bowen dê van dan û standinan bi rê ve bibe.

4. Lûtkeya Rêberên Cîhanê (11-12ê Çiriya Paşîn)

Serokdewlet û serokwezîr dê sozên xwe yên neteweyî pêşkêş bikin. Her wiha ew dê pêşniyarên çareseriyê yên ji bo rûbirûbûna krîza avhewayê bînin zimên.

5. Armanca sînordarkirina 1,5 pileyî

Pêkanîna armanca Peymana Avhewayê ya Parîsê ya ji bo rawestandina bilindbûna germahiya gerdûnî di 1,5 pileyî de, dê bibe yek ji xalên herî girîng ên dan û standinan.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, eger hemû sozên niha bi temamî bi cih bên jî germahî dê dîsa zêde bibe. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya sedsalê germahiya cîhanê bi qasî 2,6 pileyî zêde bibe.

6. Fînansekirina avhewayê

Dabînkirina fînansmanê ji bo welatên li jêr pêşketinê yek ji mijarên herî krîtîk e. Armanc ew e ku ev welat karibin xwe li gorî guherîna avhewayê biguncînin, xwe ji karesatan biparêzin û berê xwe bidin enerjiya paqij.

7. Terikandina sotemeniyên fosîl

Kêmkirina bikaranîna komir, petrol û xaza xwezayî wê bi berfirehî bê gotûbêjkirin.
Her wiha zêdekirina veberhênanên enerjiya nûjenbar û çawaniya derbasbûna enerjiya paqij jî dê werin nîqaşkirin.

8. Rojeva çalakiyan a Tirkiyeyê ji bo 2035an

Armancên Tirkiyeyê yên ji bo sala 2035an eşkere ne. Armanc ew e ku rêjeya elektrîkkirina gerdûnî bigihîje ji sedî 35an. Her wiha daxistina çêbûna bermayiyan ji bo nîvî di nav planan de ye.

Kêmkirina xerckirina enerjiyê di avahiyan de bi kêmanî ji sedî 25 û bilindkirina bikaranîna materyalên dubare di hilberînê de ji sedî 15, xalên din ên girîng in.

Her wiha zêdekirina pratîkên çandiniyê yên ku li hemberî avhewayê berxwedêr in û belavkirina Mekanîzmaya Pira Cîbicîkirina Avhewayê ji bo projeyên veberhênanê di nav armancan de ne.

9. Qada 1,1 milyon metreçargoşeyî û 2 milyon serdanker

Tirkiye dê di çarçoveya COP31ê de 20 rojan mazûvaniya nêzîkî 1,5-2 milyon serdankeran bike. Ji bo vê yekê li Antalyayê qadeke 1,1 milyon metreçargoşeyî hat amadekirin.

Çalakî dê li Herêma Şîn û Herêma Kesk pêk werin. Ji bo çûn û hatinê jî dê 630 otobusên hawîrdorparêz û kêm-emîsyon bên bikaranîn.

10. Tedbîrên berfireh ên ewlehiyê

Ji bo parastina ewlehiya lûtkeyê li Antalyayê 27 hezar û 957 xebatkarên polîs, cendirme û ewlekariya peravan hatin erkdarkirin.

Di nav amadehiyan de 5 balafir, 7 wesayîtên deryayî û 26 wesayîtên zirxpoş hene. Her wiha 12 TOMA û gelek wesayît û motosîkletên bejahiyê cih digirin.

Nûçeyên Têkildar

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin
TIRKIYE10-11-2026

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne
TIRKIYE10-11-2026

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne

Fetî Yildiz: Ez bi xwe jî li dijî piraniya girtinan im
TIRKIYE10-11-2026

Fetî Yildiz: Ez bi xwe jî li dijî piraniya girtinan im

Pirsên