کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Fetî Yildiz / Wêne: Arşîv

Fetî Yildiz / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Fetî Yildiz: Ez bi xwe jî li dijî piraniya girtinan im

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin
TIRKIYE10-11-2026

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne
TIRKIYE10-11-2026

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne

Serokê MÎTê: Divê yasayên nû ji bo PKKyê bên derxistin
TIRKIYE10-11-2026

Serokê MÎTê: Divê yasayên nû ji bo PKKyê bên derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê û Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz, li ser girtina rojnameger û welatiyan ên bi hinceta belavkirina nûçeyan û derbirîna ramanan tên girtin axivî û got, “Ez bi xwe jî li dijî piraniya girtinan im.”

Fetî Yildiz sala 2022yan yek ji îmzekerên yekem ên "Qanûna Dezenformasyonê" bû.

Lê wî vê carê rexne li sepandina wê qanûnê girtin.

Fetî Yildiz di civînên Komîteya Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de daxuyanî da û got:

"Ez jî li dijî piraniya biryarên girtinê me û girtin destwerdana herî giran a li ser azadiya mirovan e."

Yildiz bal kişand ser xala 217/A ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê.

Di vê xalê de qala "bi zanebûn belavkirina zanyariyên şaş a ji bo xapandina civakê" tê kirin.

Yildiz bi bîr xist ku ji bo sûcekî wiha pêk bê, divê pênc şert bi hev re pêk werin.

Girtinên ji ber nûçeyan

Yildiz qanûn parast û got ku azadiya derbirînê ne bêsînor e lê wî li hemberî rexneyên li ser girtinên ku didomin jî helwesta xwe diyar kir û got:

"Ez bi xwe jî li dijî piraniya van girtinan im. Anku ez li dijî piraniya wan girtinan im ku ji ber derbirîna nêrînekê yan jî ji ber nûçeyekê çêdibin.

Divê sînorên azadiyê bi awayekî rast bên diyarkirin."

Destwerdana li dijî mafê azadiyê

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê peyam da dadgeran. Wî xwest ku biryarên girtinê li ser bingehên şênber û bi delîl bin û wiha pê de çû:

"Girtin, destwerdana herî giran a li dijî mafê azadiyê ye. Heke delîlekî şênber tune be û tenê gumaneke neîspatkirî hebe, divê dadger ji biryara girtinê dûr bisekinin."

Yildiz destnîşan kir ku di darizandinan de guman û texmîn têrê nakin.

Wî da zanîn ku divê sedema biryaran li gorî hiqûq, exlaq, mentiq û aqil bê zelalkirin.

Pirsgirêk di sepandina qanûnê de ye

Fetî Yildiz îdia kir ku qanûna dezenformasyonê mafê nûçegihanî û rexnekirinê ji holê ranake û bal kişand ser xala 218an.

Yildiz da zanîn ku ramanên bi armanca rexnekirinê yên ku di çarçoveya nûçegihaniyê de tên derbirîn nabin sûc û got, “Pirsgirêk ne di qanûnê de ye, di kesên ku wê cîbicî dikin de ye."

Wî ji dozger û dadgeran xwest ku hemû rêzik û qanûnan li ber çavan bigirin.

Yildiz hişyarî da, eger her pênc şertên sûcê dezenformasyonê di heman demê de pêk neyên, nabe ku mirov werin cezakirin.

Serxwebûna darazê

Yildiz di beşeke din a axaftina xwe de, qala serxwebûna darazê û garantiya pîşeyî ya dadgeran kir û got:

“Nivîsandina van mafan a di destûr û qanûnan de bi tenê têrê nake. Divê ev maf di pratîkê de jî pêk werin.

Eger dadgerek ne xwedî garantiya pîşeyî be, biryarên wî jî dibin mijara nîqaşê."

Li gorî gotina wî, divê dadger qanûnan baş bizanin û bi wijdanê xwe biryarê bidin. Her wiha divê dadger ji aliyê derûnî ve xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin.

Digot bîhnokeke wê jî nayê guhertin

Ev daxuyaniya Yildiz bal kişand.

Çimkî wî di pêvajoya amadekirina qanûnê de bi tundî parastina wê dikir.

Wî di Çiriya Pêşîn a 2022yan de li hemberî rexneyan bersiveke tund dabû û gotibû, "Em dê destûrê nedin bîhnokeke vê qanûnê jî bê guhertin."

Wê demê Yildiz li dijî wan kesên ku digotin 'dê rojnameger bên girtin' derketibû.

Wî îdia kiribû ku nêrînên di çarçoveya nûçegihaniyê de nayên cezakirin.

Nûçeyên Têkildar

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin
TIRKIYE10-11-2026

Jîngehparêz li ber deriyê COP31ê civiyan: Dawî li sotemeniyên fosîl bînin

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne
TIRKIYE10-11-2026

Li Çemê Merîçê trajediya koçberan: Du zarokên Kurd ên Êzidî winda ne

Serokê MÎTê: Divê yasayên nû ji bo PKKyê bên derxistin
TIRKIYE10-11-2026

Serokê MÎTê: Divê yasayên nû ji bo PKKyê bên derxistin

Pirsên