Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li ser pêvajoya çareseriyê got, “Pirsgirêk tenê bi çekdanînê çareser nabe, divê ji bo PKKê yasayên nû bên derxistin.”
Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, li Enqereyê beşdarî konferansa “Lêgerîna Peymaneke Nû ya Civakî ya Herêmî li Rojhilata Navîn” bû.
Konferans ji aliyê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) ve hatibû sazkirin.
Kalin di konferansê de pirsgirêka Kurdan, pêvajoya nû, çekdanîna PKKyê, rûdanên li Sûriyeyê û egera şerekî li herêmê nirxandin.
Li gorî zanyariyên ku rojnameger Mehmet Aslan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirine, Kalin bersiv da pirsên Galip Dalay ê ji Zanîngeha Oxfordê.
Kalin destnîşan kir ku di koka pirsgirêka Kurdan de hesta cudakarî û paşguhkirinê heye.
Kalin diyar kir ku çareserî ne tenê bi çekdanînê ye, bi demokratîkbûneke kûr pêkan e û lewma divê pêvajo "li ser du lingan" bimeşe.
"Divê em li ser hesta paşguhbûna Kurdan bisekinin"
Îbrahîm Kalin bal kişand ser paşxaneya dîrokî û civakî ya Pirsgirêka Kurdan.
Wî da zanîn ku divê mirov baş analîz bike bê ev pirsgirêk çawa derketiye holê û got:
“Gelo ev çima bûye pirsgirêk? Ev mijar zêdetir bi wê hestê ve girêdayî ye ku beşek ji Kurdan wisa hest dikin ku ew hatine paşguhkirin, cihêkarî li wan hatiye kirin û ji mafên xwe bêpar mane.
Divê em li ser vê rastiyê bisekinin û çareser bikin.”
Kalin diyar kir ku lingê yekem ê pêvajoyê çekdanîn e, yê duyem jî dîtina çareseriyê ya ji bo sedemên bingehîn ên pirsgirêkê ye.
Kalin ragihand ku mijarên wekî nasname, bîra civakî, pirkulturî û hesta aidiyetê, divê di çarçoveya reformeke demokratîk a berfireh de bên nirxandin.
"Divê hem çekdanîn û hem jî reform hebin"
Serokê MÎTê tekez kir ku heke yek ji van her du aliyan kêm bimîne dê pêvajo negihîje armanca xwe û got:
“Eger hûn pêvajoyê tenê li ser yekî bimeşînin, ew dê li ser yek lingî bimîne. Pêwîst e pêvajo li ser du lingan bimeşe.
Lê belê ev yek (çekdanîn) bi serê xwe pirsgirêkê çareser nake.
Divê em di warê demokratîkbûn, hembêzkirin, yekgirtin û warên bi vî rengî de gavên din jî biavêjin. Çekdanîn lingekî vê pêvajoyê ye, lingê din jî teqez pêngavên mezintir ên demokratîkbûn û reforman e.”
Kalin da zanîn, dema çek hebin an jî wekî amûreke gefê li ser maseyê bin, entegrasyona demokratîk pêk nayê û got:
“Pirsgirêk tenê bi sînorên Tirkiyeyê ve ne girêdayî ye, pêwîstiya Kurdên li welatên din jî bi demokratîkbûn û entegrasyonê heye.”
Li gorî Kalin, cihêrengiya etnîkî û mezhebî li şûna pevçûnan, dikare li herêmê bibe çavkaniyeke dewlemendiyê.
"Ji aliyê birêvebiriya PKKyê ve hinek bertek hene"
Kalin li ser leza bipêşketina pêvajoyê û astengiyan jî axivî.
Wî da zanîn ku ji ber hestiyariya li qadê, hinek caran gav bi hişyariyeke mezin tên avêtin û got:
“Bi rastî jî ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKKyê ve hinek bertek hene. Em ew qasî bi lez bi pêş ve naçin ku hûn dixwazin bibînin.
Lewma pirsên wekî ‘Dê çi bi serê me bê?’ an jî fikarên li ser encama pêvajoyê derdikevin holê. Ez ji van fikaran fêm dikim."
Kalin destnîşan kir ku ew di nav dan û standinan de ne û got, "Em hewl didin van pirsan bibersivînin û fikaran derbas bikin.”
Kalin destnîşan kir ku wan dîtiye birêvebiriya PKKyê pêbendî pêvajoyê ye lê avakirina baweriyê ya di navbera aliyan de gelekî girîng e.
Wî nexşerêya pêngavên nû bi van gotinan anî zimên:
“Piştî ku em qonaxên çekdanînê temam bikin, piştre em erêkirina Encumena Asayîşa Niştimanî (MGK) wergirin û yasayên nû ji bo wan endamên PKKyê derxînin ku niha ne di nav vê pakêtê de ne, em dê pir zû bigihîjin encamê.”
"Kurd li Sûriyeyê dibin beşeke girîng"
Kalin bi bîr xist ku Kurdan hem li Sûriyeyê û hem jî li Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de bedelên giran dane.
Wî beşdarbûna Kurdan a di nav sazî û dezgehên siyasî yên Sûriyeyê de wekî "destkefteke mezin" nirxand û got:
“Ew êdî beşeke Sûriyeyê ne û her wiha beşeke gelekî girîng in. Ew li Sûriyeyê di nav saziyên dewletê û mekanîzmayên siyasî de cih digirin.”
Kalin bi bîr xist ku birêvebiriya Ehmed Şer bi biryarnameyeke serokkomariyê, mafên çandî û zimanî yên Kurdan xistiye bin garantiya destûrî û hiqûqî.
Kalin her wiha diyar kir ku kesayetekî ji nav PYDyê wekî Alîkarê Wezîrê Parastinê û yekî din jî wekî Parêzgarê Hisîçayê hatiye erkdarkirin.
Wî her wiha da zanîn ku Mezlûm Ebdî niha Şêwirmendê Serokkomar e û Îlham Ehmed jî di parlamentoyê de wekî parlamenter cih digire.



