کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mûşekeke Îranê / Wêne: Arşîv

Mûşekeke Îranê / Wêne: Arşîv

Rojhilata Navîn

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Bexdayê li şûna Tengava Hurmizê xeta bakur vekir: Rojane 120 hezar bermîl petrol diçe Tirkiyeyê
Rojhilata Navîn17-11-2026

Bexdayê li şûna Tengava Hurmizê xeta bakur vekir: Rojane 120 hezar bermîl petrol diçe Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Emîr Hatemî da zanîn ku ew amadehiyên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin û hişyarî da ku eger êrişek çêbibe ew dê bi awayekî pir tund û bihêz bersivê bidin.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Emîr Hatemî roja çarşemê (18ê Çiriya Paşîn), di dema serdana pêşangeha kel û pelên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên ku di şerên 12 û 40 rojan de hatibûn têkbirin, li ser pêşhatên dawî yên navbera Îran û Amerîkayê daxuyanî da.

"Em liv û tevgerên dijmin dişopînin"

Hatemî got, "Dijmin hêzên xwe amade dike lê artêş û hêzên din ên bi çekan liv û tevgerên dijmin di asta herî bilind de dişopînin."

Emîr Hatemî destnîşan kir ku ew dê rê nedin ti gefê ku li ser axa Îranê û sîstema siyasî ya Komara Îslamî bê kirin û anî zimên ku eger hewldaneke bi vî rengî hebe, ew dê dersekê bidin wan ku ji bo her kesî bibe îbret.

"Hêzên me di amadebaşiyê de ne"

Hatemî bal kişand ser bicihkirina keştiyeke nû ya balafiran a Amerîkayê ya li herêmê û diyar kir ku hêzên bi çekan ên Îranê kêlî bi kêlî çavdêriya liv û tevgerên dijmin dikin.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê da zanîn ku hêzên bejayî, deryayî, asmanî û yên parastina asmanî di amadebaşiyê de ne û ew amadehiyên leşkerî bêyî navber zêde dikin.

Emîr Hatemî hişyarî da ku di îhtimala êrişekê de dê bersiva Îranê gelekî tund be û got:

"Eger dijmin şaşiyekê bike û tevgera xwe ya ku berê ew xistibû rewşeke dijwar ducare bike, vê carê em dê li hemberî wan û piştevanên wan pir tundtir, bihêztir û bêyî naskirina ti sînorên cografî rû bi rû bibin."

Li herêmê aloziya navbera Îran û Amerîkayê zêde dibe

Ev daxuyaniyên fermandarê Îranê piştî wê yekê hatin ku keştiya balafiran a Amerîkayê ya bi navê USS Theodore Roosevelt gihîşt herêmê.

Bi vê keştiyê re hejmara keştiyên balafiran ên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn derket sêyan.

Li hêla din van rojên dawî aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de zêdetir bûye.

Li gorî agahiyên di nûçeyê de, Îranê di van rojên dawî de bi dronan û bi mûşekan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Behreyn û Kuweytê kiriye.

Amerîkayê jî wekî bersiv li parêzgeha Hurmizganê ya Îranê Girava Kîşê û Bendera Sîrîkê bombebaran kirine.

Pirsên