کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz / Wêne: AFP

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz / Wêne: AFP

Rojhilata Navîn

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Bexdayê li şûna Tengava Hurmizê xeta bakur vekir: Rojane 120 hezar bermîl petrol diçe Tirkiyeyê
Rojhilata Navîn17-11-2026

Bexdayê li şûna Tengava Hurmizê xeta bakur vekir: Rojane 120 hezar bermîl petrol diçe Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Israel Katz ragihand ku ew ji wan herêmên Libnan, Sûriye û Xezeyê yên ku wekî "herêmên ewlehiyê" bi nav kirine venakişe.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz her wiha hişyarî da ku eger li her eniyekê şer berfireh bibe, artêş amade ye operasyonên bejahî bike û qadên zêdetir bixe bin kontrola xwe.

Israel Katz di daxuyaniyekê de ku amaje pê kir ku siyaseta hikûmetê ya ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu piştgiriyê didê gelekî zelal e.

Li gorî gotina Katz, artêşa Îsraîlê kontrola herêmên ewlehiyê yên li Libnan, Sûriye û Xezeyê diparêze û ji bo parastina şêniyên Îsraîlî yên li Celîl, Girên Golanê û Neqebê ji wan hêzên ku wekî "hêzên cîhadî" bi nav kirin, li wan deran çalakiyan dike.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê her wiha destnîşan kir ku heta Hemas neyê hilweşandin, Xeze ji çekan neyê paqijkirin, Hizbulah li seranserî Libnanê neyê bêçekkirin û "hemû gefên cîhadî yên li Sûriyeyê ji holê ranebin", welatê wî ji pêgehên xwe yên niha yên li wan herêman venakişe û hêzên xwe ducare belav nake.

“Îsraîl amade ye qadên zêdetir kontrol bike”

Katz di beşeke din a axaftina xwe de anî zimên ku eger aloziya li eniyan zêde bibe, artêşa Îsraîlê amade ye êrişên bejahî bike, herêmên zêdetir bixe bin kontrola xwe, xelkê wan deran bide koçberkirin û binesaziya çekdaran a li wan deran wêran bike.

Katz da zanîn ku ew herêmên nû dê bibin parçeyek ji herêmên ewlehiyê yên daîmî yên Îsraîlê yên li bakur û başûr.

Çiriya Pêşîn a 2023yan Hemasê êrişî Îsraîlê kir û wê jî bi operasyonên bejahî û asmanî bersiv da.

Çiriya Pêşîn a par her du aliyan agirbest ragihand lê hîn jî ji nîvî zêdetirê Xezeyê di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye.

Di dema destpêkirina şer de, Hizbulahê ji bo piştgiriya Hemasê bi mûşekan êrişî bakurê Îsraîlê kir.

Pişt re Tel Evîvê bi heman awayî li dijî Hizbulahê gav avêtin û hîn jî bi dehan kîlometre ji başûrê Libnanê di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ne.

Kanûna Pêşîn a 2024an hêzên mixalefetê yên wê demê yên Sûriyeyê desthilata Beşar Esed rûxand.

Her di wê demê de, artêşa Îsraîlê ji Girên Golanê ber bi kûrahiya axa Sûriyeyê ve bi pêş ket.

Rayedarên Tel Evîvê vê gavê wekî parastina Durziyên Sûriyeyê û welatiyên xwe yên li bakurê welêt bi nav dikin.

Pirsên