Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdistanê deriyê xweberbijêrkirinê ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê girt û heta niha Nêçîrvan Barzanî yekane berbijêrê herî bihêz e û piraniya parlamenterên aliyên siyasî piştgiriya wî dikin. Serokê Fraksyona Eniya Tirkmenî li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Marûf jî dibêje, “Nêçîrvan Barzanî kandîdê pêkhateyên Herêma Kurdistanê ye jî.”
Fraksyonên PDK, YNK, Goran, Serdem, Ermen û herwiha fraksyonên pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî tevde ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê deng didin Nêçîrvan Barzanî.
Parlamenterê YNKê Hêriş Hesen derbarê wê yekê de ku fraksyona wan dê deng bide kîjan berbijêrî, ji Rûdawê re ragihand: “YNKê bi PDKê re rêkevtina siyasî heye û serkirdatî û polîtboruya wê her biryarekê bidin, fraksyona Kesk dê cîbicî bike.”
Serokê Fraksyona Eniya Tirkmenî li Parlamentoya Kurdistanê, Aydin Marûf jî ji Rûdawê re got: “Nêçîrvan Barzanî yekane berbijêrê PDKê nîne û berbijêrê hemû aliyan e, bi taybet ewên ku li ser projeyasayê rêkevtin kirine û em jî weke pêkhateya Tirkmen piştgiriya Nêçîrvan Barzanî dikin û deng didin wî.”
Yekşemiya hefiya bihê, Parlamentoya Kurdistanê navê berbijêrên ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne û piştî îtîrazan ku dema wê sê roj in, êdî qonaxa dawî û hilbijartina serok dest pê dike.
Duh çarşemiyê Fraksyona PDKê CVya Nêçîrvan Barzanî pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir û PDK daxwaz ji hevpeymanên xwe dike ku deng bidin berbijêrê wî.
Serokê Fraksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, Omêd Xoşnaw di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “CVya Nêçîrvan Barzanî di dema xwe ya yasayî de pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê hat kirin û em daxwaz ji aliyan dikin, ewên ku me rêkevtin bi wan re heye, pabendî wan rêkevtinan bibin daku em bikarin di ber kurdistaneke bihêz de Serokê Herêma Kurdistanê hilbijêrin.”
Roja yekşemî 20ê Gulana îsal Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dê navê berbijêran rabigihîne, sê roj mulhet heye ku kesên berbijêr îtîrazên xwe bikin û Civata Dadweriyê jî dê di dema du rojan de biryara xwe li ser wan îtîrazan bide.
Qonaxa dawî jî hilbijartina serok e û êdî saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji bo dema çar salên din were çalakkirin.



