17ê Îlona 1787an, dema ku Benjamin Franklin ji Avahiya Serxwebûnê ya li bajarê Philadelphiayê (paytexta yekem a Amerîkayê) derdiket, piştî ku nêzîkî çar mehan li gel bavên din ên damezirîner mijûlî nîqaşên tund ên li ser dariştina destûra nû ya Amerîkayê bûn, jineke bi navê Elizabeth Powelê rê li ber wî girt.
Li gorî bîranînên dîrokî yên James McHenryê ku şahidê dîmenê bûye, Powelê pirseke kurt jê kir: "Doktor, we çi cure hikûmetek ji bo me pêk anî; şahî yan komarî?"
Franklin bersivek da ku heta îro jî wekî zengileke hişyariyê di guhê dîrokê de deng vedide: "Komarek, eger hûn karibin biparêzin."
Ew hevoka kurt a Franklin, kurteya hemû felsefeya demokrasiyê ye: Ti destûr, çi qasî mezin be jî, nikare li ser kaxezê xwe biparêze heke miletekî hişyar û saziyên zindî li pişta wê nebin.
Di hilbijartinên nîvdemî yên vê carê yên Amerîkayê de, dengdêrên wî welatî bersiva pirsa beriya 239 salan a Franklin da û ji cîhanê re got: Belê, em hîn jî dikarin komara xwe biparêzin. Tiştê ku di vê hilbijartinê de qewimî neçaverêkirî nebû; rapirsiyan berê amaje bi pêşengiya Demokratan kiribû. Hinekan navê wê danî "Tsunamiya Şîn" (şîn rengê Demokratan e) lê heke em li pişt hejmaran bixwînin ka rihê bûyerê çi ye, em dibînin ku ev ne tenê serkeftina partiyekê ya li ser partiyeke din e; serhildaneke bêdeng û rûbirûbûneke wijdanê giştî yê Amerîkayê ye li dijî diyardeya "Trumpîzmê".
Dengdêrê Amerîkî di vê hilbijartinê de neçû ser sindoqan ji bo ku çekeke spî bide destê Demokratan, çû ji bo ku xeteke sor bikişîne bin siyaset û reftarên du salên borî yên Donald Trump. Ew ji siyaseta aloziyê, ji guhertina dewletê ya ji bo şanoya nîşandana takekesî û ji lêdana berdewam a li rûmeta saziyan westiyabûn.
Lê ev hişyariya giştî ji valahiyê çênebû. Beriya ku dengdêrê Amerîkî li ser sindoqên dengdanê biryara xwe bide, di du salên borî de du mertalên polayî rê li ber wê girt ku Trumpîzm movikên dewletê ji kar bixe: Desthilata dadgeriyê û medyaya azad.
Dema ku Donald Trump hewl dida sînorê desthilatên destûrî derbas bike, dadgehên Amerîkayê, ji dadgerên federal heta digihîje Dadgeha Bilind, wekî sûrên yasayî yên bêalî li ber rabûn û gelek biryarên yekalî rawestandin û betal kirin. Dadgeran îsbat kir ku wefadariya wan a ji bo metna destûrê ye, ne ji bo wî serokê ku ew erkdar kirine.
Li kêleka dadgehan jî medyaya Amerîkî rola xwe ya rasteqîn wekî çavdêr û desthilata çarem lîst. Tevî êrişên berdewam û tohmetbarkirina wan bi navê "dijminê xelkê", rojnameger û saziyên medyayê ranewestiyan; wan her roj perde ji ser rastiyan radikir, biryarên Koşka Spî dixistin bin pirsiyarên hûrgilî û nehiştin propagandaya siyasî cihê rastiyan bigire.
Joseph Pulitzerê damezirînerê Xelatên Pulitzerê sala 1904an di gotineke dîrokî de ku heta îro jî wekî manifestoya xebata medyayê tê dîtin, nivîsîbû: "Komara me û rojnamegeriya me bi hev re radibin ser pêyan û bi hev re jî dikevin." Di du salên borî de bi pratîkî derket holê ka çima Pulitzer çarenivîsa komarê bi medyayê ve girê daye; bêyî hebûna medyayeke wêrek û dadgeheke serbixwe ku rastiyan ji bo xelkê zelal bike, dengdêrê Amerîkî nedikarî bi van çavên vekirî biçe ser sindoqên dengdanê.
Vê tora bihêz a saziyan, ji dadgeh û medyayê heta digihîje sindoqa dengdanê, taybetmendiya bêhempa ya demokrasiya Amerîkayê xiste tevgerê ku ew jî mekanîzmaya xwexwerastkirinê ye. Her wekî çawa di dosyeya Watergateê de medyayê rastî eşkere kirin, dadgehan yasa sepandin û paşê di hilbijartinên nîvdemî yên sala 1974an de dengdêran bi standina 49 kursiyên Civata Nûneran ji partiya desthilatdar hevsengî ji bo Washingtonê vegerand, vê carê jî heman sêgoşeya demokrasiyê dîrok ducare kir.
Amerîkiyan yasaya James Madison ê endezyarê destûrê ji nû ve pejirand ku sala 1788an di Belgenameya Federalîst a hejmar 52yan de nivîsîbû: "Divê desthilatdar her tim hest bi girêdaneke rasterast û hevxemiyeke kûr a li gel xelkê bikin." Trumpîzmê xwest ku gel, yasa û medyayê bike paşkoya mîzaca serok lê sazî û hişyariya xelkê destpêka dawîhatina wê serdemê ragihand.
Ev çîroka Washingtonê tenê ji bo Amerîkiyan nîne; ev neynikek e ku hemû gelên tîbûyên demokrasiyê yên li cîhanê û Rojhilata Navîn dikarin wêneya xwe tê de bibînin. Çi rûdaneke balkêş û bimane ye ku di heman roja ku cîhan mijûlî xwendina îradeya dengdêrê Amerîkî ye, li Hewlêrê jî piştî du salan ji çaverêbûna li ser lidarxistina hilbijartinan, deriyê hola Parlamentoya Kurdistanê hat vekirin û parlamento civiya.
Ev her du dîmen; çalakiya dadgeh û medyayê û leza lêpirsîna cemawerî ya li Washingtonê, li gel xavbûna çalakkirina saziyên rewa yên li Hewlêrê, rastiyeke kûr nîşanî me didin. Rastî ew e ku demokrasî tenê ji roja dengdanê û avêtina kaxezekê ya ji bo nav sindoqan pêk nayê, belkî demokrasî henasedana berdewam a parlamentoyê, serxwebûna temam a dadgehan û azadiya medyayeke pîşeyî ye ku bikaribe lêpirsînê ji desthilatê bike.
Tecrubeya Amerîkayê nîşanî me dide ku hêza her qewareyeke siyasî di wê yekê de ye ku parlamento, dadgeh û medyaya wê rojekê jî neyên rawestandin û nebin dîlên milmilaniyan.
Amerîkiyan nîşanî cîhanê da ku sira mayîna dewleteke bihêz ne di pîrozkirina kesan de ye, belkî di bilindragirtina sîstem, serweriya yasa û azadiya agahiyan de ye. Ji bo me jî li Herêma Kurdistanê, ku em li navçeyeke tijî aloziyên siyasî de dijîn, mezintirîn çeka man û bihêzbûna me rêzgirtina li dengê xelkê, berdewamiya xebata parlamentoyê, dadgeha bêalî û medyayeke azad û berpirsiyar e.
Pirsa Benjamin Franklin piştî 3 sedsalan îro li Kurdistanê li me jî tê kirin: Em xwedî statu û parlamentoyê ne lê ya girîng ew e ku em bi saziyên zindî û hişyariya giştî îsbat bikin ku em dikarin biparêzin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

