Rewatîya Parlamentoya Kurdistanê ji hêla xelkê ve hatiye bidestxistin. Alternatîva xelkê jî dîsa xelk bi xwe ye. Çênabe ji ber tirsa alîyên sîyasî ji dengê xelkê, mezintirîn pêvajoya demokrasîyê were lipaşxistin.
01.10.2022 ji alîyê birêz serokê Herêma Kurdistanê ve hat destnîşankirin ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê were kirin. Da ku parlamento, serok û hikûmeteke nû bo çar salên din werin hilbijartin. Ev erkekî yasayî ye ku divê serokê Herêma Kurdistanê roja hilbijartinê destnîşan bike.
Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bêyî ti anîn û birinekê, ji %100 ligel birêveçûna hilbijartinê di dema wê de ye.
Partîyên din (YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) ku jê re dibêjin (YNK+3) bi du şêwazan dabaşa hilbijartinê dikin. Şêwazek bi eşkereyî dibêjin em ligel hilbijartinê ne di dema wê de, lê (lê-yeke din) li gotina xwe zêde dikin, wek hêncetekê ku hilbijartin neyê kirin, ew jî sererastkirina qanûna hilbijartinê ye (ji yek bazin bibe çar bazin) ango her parêzgehek bibe bazinek.
Li vir, ez ê du xalan nîşan bidim ka çima YNK+3 hewl didin hilbijartin neyê kirin:
Yekem: Her du hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 2018an de û Parlamentoya Iraqê di 2021ê de li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê ji me re dibêjin ku Silêmanî di rewşa herî xerab de ye û zêdetirîn jidestdana bawerîyê bi partîyên sîyasî ku Silêmanîyê wek pêgeha xwe ya sereke dibînin li wir pêk hatiye.
Ev yek jî di vê xişteyê de zelaltir dibe:


.webp&w=3840&q=75)
