Biryar e destpêka meha 11ê ya sala 2022an, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kongreya xwe ya 14an li bajarê Duhokê li dar bixe. Berî her kes û aliyekî din, çavê alîgir û endamên PDKê li ser e û dipirsin: Gelo wê çi di vê kongreyê de biqewime? Gelo PDKê ber bi ku ve diçe?
Îcar dîsa ev pirs ji aliyê partiyên Kurdistanê û Iraqê û dewletên deverê jî tê kirin û bi hûrî çavdêriya vê proseyê dikin, çunke PDKê mezintirîn û bibandortirîn partiya cemawerî û siyasî ye li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê, çi bigire bandoreke wê ya mezin li ser biryar û siyasetên hindek welatên navçeyê jî heye.
Ev 12 sal in PDKê kongreya xwe saz nekiriye. Meha 12an a sala 2010an kongreya xwe ya 13an li Parka Samî Ebdilrehman li bajarê Hewlêrê girêda.
Ka em werin ser pirsa sereke: Gelo wê çi di vê kongreyê de biqewime? PDK partiyeke dewletdar û desthilatdar e û hilgira doza miletekî ye ku xebatê dike ji bo ku miletê xwe ji vê qonaxê derbasî qonaxeke din bike ku (dewlet) e û dev ji vê armancê bernedaye û bernade jî. Ji ber ku PDK berî 76 salan di 16.08.1946an de her ji bo vê armancê hat avakirin. Em dikarin bibêjin ku ev pênaseya PKDê ya herî kurt e.
Heke em li sînga PDKê binêrin, ji bo xwe neçemandin û parastina heybeta miletê xwe gelek tîr lê ketine. Di laşê PDKê de cihek nemaye ku birîneke dijwar û giran lê nebe. Qonaxên wer hatine, ji bo nehiştina vê partiyê kar kirine. Lê hertim û di demeke kin de şêniyên Kurdistanê ji berê bihêztir destê PDKê girtine û vegeriyaye meydanê.
Du sedemên sereke yên vê destgirtina xelkê hene. Yekem: PDK xwedî rêberiyeke jîr e. Duyem: Xelk dizane ku ev partî û rêberê wê heya sax bin pasevanên deriyê Doza Kurd in.
Vêga gelek girew li ser PDKê têne kirin ku dibe ku bi derdê hindek partiyên din here û bikeve kirîzeke mezin a navxweyî! Dibe ku carinan di nav alîgir û endamên PDKê bi xwe de jî ev pirs peyda bibe ka wê çi were serê vê partiyê? Bi rastî, gelo wê çi were serê PDKê?
Rêgez û stûnên sereke yên PDKê
1. Malbata Barzanî malbata herî aqilmend e ku rêberiya du tiştên ji hev nayên veqetandin dike. Ew jî PDK û miletê kurd in, ne tenê li Başûrê Kurdistanê, çi bigire maka hêviya parçeyên din ên Kurdistanê ne.
2. Têkiliya cemawerê Kurdistanê bi PDKê re ne têkiliyeke (bihevvezeliqî) ye, lê têkiliyeke ruhî ye.
3. Man û çarenûsa Kurdistanê û gelê wê bi man û çarenûsa PDKê ve girêdayî ye.
Ev her sê rêgez wiha dikin ku piraniya girewên li ser têkçûn û lawazbûna PDKê pûç û betal derkevin.
Ji ber ku PDKê partiyeke dewletdar, desthilatdar û partiya hilbijartin û hilgira doza miletekî ye, tu carî gavekê naavêje ku nearamiyê çêbike. Bi wateyeke din, heykel û şêwazeke wiha partisan saz nake ku (sûprîz) û modeleke nû be, ji bo ku test bike gelo dê serkeftî be yan na.
Di kongreya 14an de, dê cenabê Serok Barzanî bingeheke aram û tekûz ji bo rêberîkirina vê partiyê deyne. Çimkî astengiyên ku li pêşiya PDK û Herêma Kurdistanê hene ne hêsan in û dê di siberojeke nêz û navîn de zehmet be em wan derbas bikin.
Lewra serkirdatîkirina PDKê dê ewqasî tekûz û aqildar be ku şiyana wê ya rûbirûbûna her kelemeke ku tê payîn derkeve pêş hebe.
Li ser asta polîtburo û serkirdatiyê jî dê ti guhertineke mezin neqewime ku kesên ev partî tevî cenabê Serok Barzanî gihandin îro bibêjin destê we sax be û meydanê ji kadroyên din ên partiyê re vala bikin.
Li ser asta serkirdayetiyê, dibe ku hin kadroyên din di nav partiyê de hilkişin serkirdayetiya PDKê ku dê hilgirên peyam û rêbaza PDK û Barzanî bin û dirêjahiyê bidin xebata aram a PDKê û Başûrê Kurdistanê.
Tişta ku giring e vê kongreyê ji kongreyên din ên PDKê cihê bike, mijara jinan e ku divê jin di polîtburoyê de hebin. Divê berpirsên şaxan, rêveberên şaxan û berpirsên navçeyan jin bin. Divê bi şêweyeke xurt piştevaniya vê nêrînê were kirin û bi ser keve.
Lê gelo erkên dijwar ên li pêşber PDKê piştî kongreya 14an çi ne? Em ê van erkan li jêr rêz bikin:
- Parastin û zêdebûna dengên PDKê ji bo hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê.
- Birina rewşa navxweyî ya Kurdistanê ber bi aramiyê ve (aramiya siyasî, civakî, aborî, ewlekarî).
- Pêwendiyên ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).
- Pêwendiyên li gel aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê.
- Berdewamiya rêbertîkirina saziyên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê.
- Pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Bexdaya nearam.
- Pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi dewletên deverê û hêzên navdewletî re.
Ev hemî erk, erkên dijwar in û PDKê ji beşeka wan a herî zêde berpirsyar e.
* Hêvîdar Ehmed, endamê Parlamentoya Kurdistanê û kadroyê hilbijartî yê PDK ji bo kongreya 14an a PDKê.


.webp&w=3840&q=75)
