Nerazîbûna Washington û Tehranê yên li ser peyman û vekirina Tengava Hurmizê ya ji bo çûn û hatina keştiyan wisa kiriye ku hinartin û dahatên petrola Îraqê roj bi roj kêm bibin.
Asta hinartinê ya Gulanê ya 2026an, bûye asta herî kêm a 20 salên dawî.
Bêhtirî du mehan di ser agirbesta şerê 40 rojî yê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de derbas dibin.
Lê hîn jî Îraqê nekariya asta berhemanîn û hinartinê bigihîne asta beriya şer.
Ev yek tevî biryarên hikûmetê yên ji bo pirrengkirina boriya hinartinê, veguhastina petrolê bi rêya tankeran û civînên bi Herêma Kurdistanê û kompanyayên biyanî yên petrolê re ye ji bo destpêkirina berhemanînê.
Pêwîst bû ji berê de amadehî bihatana kirin
Di rastiyê de, diviyabû amadehî ji bo vê rewşa ku niha kerta petrola Îraqê tê de ye, deh sal berê û di hikûmetên berê de bihatana kirin.
Ji ber ku boriya hinartinê di mehekê de nayê avakirin û peymana pêwîst ji bo veguhastina petrola xav a bi qebareya zêdetir ji 3 milyon bermîlan a rojane di nav şev û rojekê de nayê bicihanîn.
Beriya şer, ji sedî 94ê petrola Îraqê di Bendera Besreyê û Tengava Hurmizê re derbas dibû.
Lê niha ev qebare roj bi roj kêm dibe û di meha gulanê de daketiye 2,4 milyon bermîlên mehane (ku dike nêzîkî yek an du keştiyan di mehekê de).
Ev ast pênc qatan kêmtir e ji dema şer. Ango eger şer bidomiya, dê rewşa Îraqê ya niha di warê hinartinê de baştir bûya.
Dirêjkirina vê rewşê dê ber bi îflaskirinê ve biçe
Eger berdewamiya vê rewşê li ser asta cîhanê metirsiyên enflasyonê, paşveçûna aborî û bihabûna nirxan bi xwe re bîne, dê ji bo Îraqê ber bi îflaskirinê ve biçe.
Ji ber ku meh bi meh hinartina petrolê kêm dibe û dahatên wê jî kêm dibin. Meha borî dahata petrolê (bêyî mafê kompanyayan) dakeve bin milyarek dolarî.
Qebareya petrola hatî hinartin a Besra, Kerkûk û Herêma Kurdistanê (Kanûna Paşîn - Gulan 2026)
Kanûna Paşîn a 2026an: Bi giştî hinartina her du cureyên petrola Besrayê (navîn û giran) rojane 3,2 milyon bermîl bû.
Ango di wê mehê de tenê ji Besreyê hinartin 101 milyon bermîl bûye.
Di heman demê de, bi giştî hinartina petrola ji zeviyên Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê 6,4 milyon bermîl bû (rojane 208 hezar bermîl).
Her çend di wê mehê de hinartina petrola Kerkûk û Geyareyê sifir bûya jî.
Gulana 2026an: Bi giştî hinartina petrola Besrayê tenê ji cureyê navîn bû ku qebareya wê ji bo tevahiya mehê zêdetir ji 2,4 milyon bermîlan bû (qebareya rojane nêzîkî 80 hezar bermîlan bû).
Di heman demê de, qebareya petrola hatî hinartin a qadên Kurdistanê di wê mehê de daket 340 hezar bermîlan (rojane 15 hezar bermîl). Lê belê hinartina petrola Kerkûkê bilind bûye 3,8 milyon bermîlan (rojane 165 hezar bermîl).
Di vê rewşê de, bi giştî hilbirîna petrolê li Îraqê (bi zeviyên Kerkûkê re) nêzîkî 1,3 milyon bermîlên rojane bûye.
Her wiha bi giştî hilbirîna zeviyên Herêma Kurdistanê tenê 65 hezar bermîl bûye.
Ev cudahî jî ji ber wê yekê ye ku li Îraqê rojane nêzîkî 1,1 milyon bermîl petrola xav ji bo rafîneriyan tê berhemanîn. Di heman demê de li Herêma Kurdistanê qebareya hilbirîna petrolê ji bo rafîneriyên navxweyî tenê 50 hezar bermîlên rojane ye.
Kompanyayên biyanî li benda nivîsa fermî ne
Di rojên borî de Serokwezîrê nû yê Îraqê bi şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kompanyayên biyanî û hilberînerên petrolê re civiya.
Di civînê de biryar hat dayîn ku bi misogerkirina ewlehiya zeviyan û qerebûkirina kompanyayan di paşerojê de eger rastî êrişê bên, dest bi berhemanîna petrolê di zeviyên Herêma Kurdistanê de were kirin.
Lê belê ji roja yekem a biryara Dadgeha Parîsê ve ji bo rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê kompanyayên biyanî ji bo her gavekê daxwaza nivîsa fermî dikin û ew bi sozên devkî naqane.
Ji ber wê jî heta roja îro, kompanyayên Amerîkî û Brîtanî yên ku sêyeka petrola Herêma Kurdistanê hildiberin dest bi karên xwe nekirine.
Eger dest bi hilberînê jî bikin, nikarin bigihîjin asta beriya şer çimkî êrişan zererên mezin dane qadên petrolê.
Lîsteya Yekem: Hinartina petrola Besra, Kerkûk û Herêma Kurdistanê di navbera Kanûna Paşîn heta dawiya Gulana 2026an de.

Çavkanî: Daneyên SOMO û Wezareta Petrola Îraqê (25ê Gulana 2026an)
Têbînî 1: Nîşaneya (-) tê wateya sifirbûna hinartinê.
Têbînî 2: Daneyên meha Gulanê tenê heta 24ê Gulana 2026an hatine hejmartin.
Dahata petrolê ji SOMOyê heta Banka Navendî ya Îraqê
Dahata petrola Îraqê piştî derxistina mafê kompanyayên biyanî vedigere Banka Navendî ya Îraqê.
Ew hejmara pereyên ku mehane ji aliyê Wezareta Petrolê û Kompanyaya SOMOyê ve tê ragihandin, ne ew dahata rasteqîn e ku digihîje xezîneya dewletê.
Ji ber ku daneyên SOMOyê tenê bihayê giştî yê petrola hatî hinartin in û mafê kompanyayan jê nehatiye derxistin (ku ji bo meheke asayî di navbera ji sedî 17 heta ji sedî 25ê bihayê petrolê ye).
Ji aliyekî din ve, ew dahata ku digihîje Banka Navendî, ne dahata firotina heman mehê ye û pêwîstî bi demê heye.
Eger em li gorî daneyên SOMOyê analîzekê ji bo meha Kanûna Paşîn a 2026an bikin, derdikeve holê ku di wê mehê de ji sedî 17ê dahata bi dest ketî ji bo mafê kompanyayan çûye.
Zêdetirî milyarek dolarî bûye para kompanyayan
Bi giştî hinartina petrola Îraqê û Herêma Kurdistanê di wê mehê de 107,6 milyon bermîl bû (rojane 3,47 milyon bermîl) û bihayê wê yê giştî 6,48 milyar dolar bû (ku bihayê navîn ê her bermîlekê 60,26 dolar bûye).
Ji wê hejmarê para kompanyayên xizmetguzarî û biyanî 18,5 milyon bermîl bû ku bihayê wê digihîje 1,12 milyar dolarî.
Ji vir eşkere dibe ku dahata rasteqîn a meha Kanûna Paşîn a 2026an ku gihîştiye Banka Navendî ya Îraqê ne 6,48 milyar dolar bûye, belkî piştî derxistina mafê kompanyayan, ev pere 5,38 milyar dolar bûye.
Lîsteya Duyem: Qebareya hinartinê û dahata petrola Îraqê û Herêma Kurdistanê û mafê kompanyayên biyanî ji Kanûna Paşîn heta Gulana 2026an.

Çavkanî: Daneyên SOMO û Wezareta Petrola Îraqê (25ê Gulana 2026an)
Têbînî 1: Nîşaneya (-) tê wateya ku hinartin sifir bûye.
Têbînî 2: Daneyên meha Gulanê tenê heta 24ê Gulana 2026an hatine hejmartin.
Bêyî deriyê hinartinê nirx bi kêrî naxwe
Di dawiya meha Gulana 2026an de, bihayê petrola hatî hinartin a Îraqê 13 dolaran li ser bihayê navîn ê her sê bazarên sereke yên Asya, Ewropa û Amerîkayê re bûye.
Bihayê navîn ê bermîlek petrola Îraqê 113,74 dolar bû.
Tevî vê yekê bihayê navîn ê her sê bazaran 100,48 dolar bû ji bo her bermîlekê. Lê belê, dema ku deriyê hinartinê û ewlehiya berhemanînê tune bin, nirx bê fêde dibe.
Di wê rewşê de, welat dikeve nav wê rewşa niha ku lêçûn zêde ye û dahat jî kêm e.
Di destpêka şer û girtina Tengava Hurmizê de Wezareta Petrola Îraqê û rayedarên kompanyayên petrolê yên hikûmetê daxuyaniyên geşbîn didan û qala çakkirina boriya petrolê ya Kerkûk-Tirkiyeyê di nava du roj an du hefteyan de dikir. Du meh derbas bûn lê hîn boriya petrolê bi temamî nehatiye çakkirin.
Plansaziyek bingehîn pêwîst e
Her wiha di wan rojên ku êriş li ser zeviyên Herêma Kurdistanê û başûrê Îraqê dihatin kirin (heta li ser zeviya Mecnûnê jî), Wezareta Petrolê qala peymana hinartina petrola xav bi tankeran bo Sûriyeyê û avakirina boriya Besre-Hedîseyê dikir lê heta niha ti ji wan pêk nehatine.
Avakirina boriyeke hinartina petrolê bi dirêjahiya 685 kîlometreyan ji Besreyê bo Hedîseyê, pêwîstî bi 4,5 heta 5 milyar dolar budce û zêdetir ji 2 salan karkirin heye, ne 2 mehan.
Ev jî di demekê de ye ku rewşa darayî ya niha ya Îraqê di qeyranê de ye û dahata wê tenê têra yek li ser neh (1/9) xerciyên wê dike.
Di dawiyê de, derketina ji vê qeyrana darayî û petrolê ya ku ji ber girtina deriyên hinartinê derketiye holê, tenê bi vegera kompanyayên biyanî yên Herêma Kurdistanê û zêdekirina hinartinê bi qebareya 200 hezar bermîlan (ku tenê dike yek li ser panzdeh a wî petrola ku ji dest çûye) pêk nayê.
Lê belê Îraq pêwîstî bi plansaziyek bingehîn heye ji bo dawîanîna li girêdayîbûna bi tekane çavkaniya dahatê.


.jpg&w=3840&q=75)
