Li ser bêçekkirina YBŞyê, paşeroja çaresernebûyî ya civakeke birîndar û berpirsyariya Bexda, Hewlêr û Enqereyê.
Hin cih hene ku dîroka gelekî li wir digihîje hev. Çiyayê Şingalê yek ji wan cihan e. Tebaxa 2014an bi deh hezaran jin, mêr û zarokên Êzidî ji bo xwe ji destê kujerên bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar bikin reviyan berpalên wî çiyayî. Ava wan tune bû, siya wan tune bû. Hin zarok di rê de mirin û li kêleka rêyan hatin veşartin.
Yên ji me yên ku bi xilasbûyiyan re dixebitin dizanin ku di bîra wan de ev çiya hem stargeh e hem jî goristan e. Çiya ew xilas kirin lê di heman demê de bû şahidê mirina wan jî.
Çiyayek dest diguherîne
Ji 26ê Çiriya Pêşîn a 2026an ve artêşa Îraqê dest bi kontrolkirina pêgehên stratejîk ên li ser çiyê kir. Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku di çarçoveya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de derketibû holê, dev ji pêkhateya xwe ya leşkerî ya serbixwe berdide.
Li gorî aliyên pêwendîdar, peyman tevlîbûna 4 hezar û 165 şervanên jin û mêr ên nav saziyên ewlehiyê yên Îraqê li xwe digire; di nav wan de artêş, polîs û Heşdî Şebî hene. Di derbarê hejmara şervanên ku heta niha tevlî bûne û gavên bê de amarên cuda hene.
Serokwezîr Elî Falih Zeydî peymana entegrasyonê meha îlonê ragihandibû. Li Şingalê qonaxeke nû vedibe ku encamên wê ji mijarên leşkerî wêdetir diçin.
Di nihêrîna pêşî de dibe ku mirov vê yekê wekî nûçeyeke baş bibîne û beşek ji min jî wiha dibîne. Kêmbûna komeke çekdar a li derveyî kontrola dewletê dikare ewlehiyeke mezintir bide mirovan. Piştî salan ji êrişên asmanî yên Tirkiyeyê, hêviyek heye ku Şingal êdî nebe armanca operasyonên leşkerî.
Bexda soza jinûveavakirinê, qerebûkirinê û vegera malbatên koçber dide. Ev herêm 12 sal in di navbera Bexda û Hewlêrê, PKK û milîsan, êrişên asmanî û sozên nehatine bicihanîn de asê maye. Ji bo ku xelkê wê li benda pergaleke pêbawer be her sedemek heye.
Lê tiştê ku min dilgiran dike tenê ew nîne bê ka dê li Şingalê kêmtir gule bên berdan yan na. Pirsa sereke ew e ku dê çi cure pergalek derkeve holê, kê dê wê teşe bide û dê çi mafên mirovan di nav wê de hebin. Dema ku ez van ristan dinivîsim, ez li Kampa Xankê ya nêzîkî Dihokê me û bi wan malbatan re diaxivim ku 12 sal in li benda vegera ser malên xwe ne.
Tevî ku ez bi dehsalan e bi xilasbûyiyên tundiyê re dixebitim jî, ez westiyanek û bêhêviyekê dibînim ku hîn jî bandoreke kûr li min dike. Ji bo van malbatan pirsa girîng ne ew e bê ka mêrên li ser çiyê dê kîjan unîformayê li xwe bikin; ew dixwazin bizanin ka gelo ew dikarin dîsa li malên xwe bijîn bêyî ku ji bo zarokên xwe bitirsin.
Sozeke destûrî ya bicihnebûyî
Ji bo Hewlêrê, Şingal ne navçeyeke ji rêzê ya parêzgeha Nînovayê ye. Yek ji wan herêmên nakok e ku li gorî Madeya 140î ya Destûra Îraqê ya sala 2005an diviyabû bi rêya asayîkirin, serjimêrî û referandûmê heta dawiya sala 2007an çarenivîsa wê bihata diyarkirin. Ji van tiştek pêk nehat.
Ev nêzîkî du dehsalan e ev made li ser kaxezê maye; mîna sozeke ku kes pêk nayîne û kes jî paş ve nakişîne. Ji Çiriya Pêşîn a 2017an vir ve, dema ku leşkerên Îraqê û hêzên Heşdî Şebiyê piştî referandûma serxwebûnê Pêşmerge ji Şingalê derxistin, ev pirs di pratîkê de li şûna qanûnê bi hêza kontrolê hatiye çareserkirin.
Peymana Şingalê ya ku Çiriya Pêşîn a 2020î di bin navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî de di navbera Bexda û Hewlêrê de hat îmzekirin, ji bo çareserkirina vê valahiyê bû. Wê peymanê rêkarên nû yên ewlehiyê, vekişîna komên çekdar ên li derveyî saziyên dewletê û birêvebiriyeke nû ya xwecihî li ber çavan digirt. Xalên wê yên siyasî û îdarî yên sereke ti carî nehatin bicihanîn.
Lihevkirina niha rêxistinkirina leşkerî digire dest lê hîn jî li ser beşdariya Hewlêrê an jî tevlîbûna watedar a xelkê Êzidî lihevkirineke xurt tune.
Helwesta Herêma Kurdistanê zelal e. Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar dike ku ew dilgiran e ji ber ku Bexda li Şingalê bi rengekî yekalî tevdigere û vê yekê wekî binpêkirina peymana sala 2020î dibîne. Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed hişyariyê dide ku bêyî hevahengiya bi Hewlêrê re ne ewlehî û ne jî vegera malbatên koçber pêk tê.
Ew her wiha destnîşan dike ku DAIŞê axa xwe winda kiriye lê şiyana xwe ya bikaranîna valahiyên ewlehiyê winda nekiriye. Bersiva Bexdayê bi hevokekê hat: `Ev mijar tenê di bin berpirsyariya hikûmeta federal de ye.`
Peyama rasteqîn di vê peyva "tenê" de veşartî ye. Ev mijar ji çend hezar şervanan gelekî mezintir e. Pirs ew e ka dê Şingal wekî pirsgirêkeke destûrî ya neçareserkirî bimîne, an dê biryarên leşkerî û îdarî wê ji nîqaşa siyasî derxînin. Entegrasyona YBŞyê ya li nav saziyên dewletê Madeya 140î pûç nake lê ew dikare hevsengiya hêzê ew qasî biguhere ku pêkanîna vê madeyê di paşerojê de hîn zehmettir bibe.
Dan û standinên di navbera Bexda û Enqereyê de yên li ser wergirtina baregeha Tirkiyeyê ya li Zîlkanê ya nêzîkî Beşîqeyê ku bêyî Hewlêrê hatin kirin, nîşan didin ku beşdariya Herêma Kurdistanê ya di biryarên ewlehiyê yên herêmî de çi qas kêm e.
Êzidî, Kurd, Îraqî
Li gel nakokiya li ser axê, pirseke nasnameyê jî heye ku ji her sînorî kûrtir e. Êzidî di vê yekê de ji hev cuda dibin ka gelo xwe wekî Kurd, wekî Êzidî an jî wekî her duyan dibînin. Hinek siyasetmedar daxwaza birêvebiriya serbixwe ya Êzidiyan bi pêwendiyên nêzîk ên bi Bexdayê re girê didin. Hinekên din jî paşeroja xwe di nav Herêma Kurdistanê de dibînin.
Siyasetmedarên Êzidî tekez kir ku divê rêz li mirovan were girtin bêyî ku nasnameya xwe ya etnîkî çawa pênase dikin. Ji ber vê sedemê, divê nîqaşa li ser xwerêveberiyê bi biryara li ser nasnameya hemû civakê re neyê tevlihevkirin.
Min di şîroveya xwe ya berê ya li ser pirsa "Gelo Êzidî Kurd in?" de nivîsandibû ku ji bilî kesê bixwe ti kes mafê wê yekê nîne li ser nasnameya wî biryarê bide. Ez hîn jî li ser vê nêrînê me. Mafê ti siyasetmedarê Kurd nîne ji Êzidiyekî re bibêje ku divê ew bibe Kurd û mafê ti rayedarê Îraqî jî nîne ku wî ji Kurdbûnê qedexe bike.
Êzidî civakeke etnîkî-olî ne ku xwedî pêwendiyên kûr ên zimanî û dîrokî yên bi cîhana Kurdan re ne. Dîroka wan çewisandina ji aliyê mîr û eşîrên Kurdan ve jî li xwe digire. Li Tirkiye û Sûriyeyê gelek caran êrişî Êzidiyan dihat kirin ji ber ku wekî Kurd dihatin dîtin. Li bakurê Îraqê, şeva 3yê Tebaxa 2014an ezmûneke cuda di bîra gelek malbatan de hişt. Ji ber vê yekê, pênasekirina cuda ya nasnameyê nîşaneya nenasîna dîrokê nîne; ew encama ezmûnên cuda yên aîdiyêt, parastin û tenêhiştinê ye.
Metirsî wê demê dest pê dike dema ku mafê diyarkirina nasnameyê dibe xeteke nû ya dabeşbûna siyasî. Kesekî ku tenê xwe wekî Êzidî pênase dike ne mecbûr e ku li dijî Hewlêrê be. Her wiha kesê ku xwe wekî Kurdê Êzidî pênase dike jî neçar nîne dest ji nûnertiya serbixwe ya Êzidiyan berde.
Şingal ne tenê ew cih e ku Êzidî lê dijîn. Şêxan, Lalişa wan a pîroz û gundên derdora Dihokê hemû li Herêma Kurdistanê ne. Saziyên wan ên olî jî li wir in. Her lihevkirineke siyasî ya ku Şingalê bixe dijberê van deveran, dê zexteke zêdetir li ser girêdanên vê civaka li gelek welatan belavbûyî bike. Sînor û şêweyên birêvebirinê dikarin bên gotûbêjkirin lê mafê ti kesî nîne ku biryarê li ser nasnameya kesekî din bide.
Divê mafê bêasteng ê diyarkirina nasnameya kesane ji mafên kêmneteweyî yên kolektîf were veqetandin. Parastin, milk, azadiya olî, tevlîbûna siyasî û vegera bi ewle divê ji bo hemû Êzidiyan were garantîkirin, nasnameya wan a etnîkî çi dibe bila bibe. Piştî jenosîdê, heke piştgiriya ji bo eniyeke siyasî bibe mercê nasîna van mafan, ev yek dê bibe karesateke mezin.
Kî qezenc dike, kî winda dike?
Bexda kontrola xwe ya li ser herêmekê xurt dike ku hikûmeta federal ji sala 2017an ve hebûna xwe ya leşkerî lê diparêze lê statuya wê ya siyasî hîn jî cihê nîqaşê ye. Şervanên rêxistineke çekdar a nêzîkî PKKyê deset bi tevlîbûna saziyên ewlehiyê yên dewletê kirin. Zincîra fermanê, mûçe û girêdanên siyasî dê biguherin.
Gelo ev yek dê berpirsyariyeke mezintir li hemberî xelkê bîne an na, girêdayî wê yekê ye bê ka kî dê van hêzan kontrol bike û xelkê Şingalê dê çi qas bandorê li ser ewlehiya xwe bike.
Eger beşek ji endamên YBŞyê tevlî refên Heşdî Şebiyê bibin, ev yek dikare hebûna Heşdî Şebiyê ya li vê devera sînorî ya stratejîk xurttir bike. Ev yek li dijî daxuyaniyên Bexdayê yên ji bo xistina hemû hêzên çekdar a bin kontrola dewletê ye.
Di heman demê de Tehran jî li pey rêyên diçin Sûriyeyê û bihêzkirina komên nêzîkî xwe yên li Îraqê ye. Ev rewş nayê wê wateyê ku li dijî Hewlêrê planeke hevpar heye lê nîşan dide ku lihevkirineke ewlehiyê ya xwecihî ya li Şingalê rasterast bandorê li ser berjewendiyên hêzên herêmî dike.
Enqereyê ji mêj ve daxwaza belavkirina komên çekdar ên nêzîkî PKKyê yên li başûrê sînorê xwe dikir. Peymana nû xizmeta vê berjewendiya ewlehiyê dike lê hîn ne diyar e ku Tirkiye dê polîtîkaya xwe ya leşkerî ya li herêmê çawa bimeşîne.
Qalkirina Şingalê ji aliyê Enqere û Bexdayê ve di heman civîna li ser ewlehî, bazirganî û Rêya Bipêşketinê de, nîşan dide ku paşeroja Şingalê çi qasî bi berjewendiyên berfirehtir ên herêmî ve girêdayî ye.
Hewlêr di devereke ku statuya wê ya destûrî hîn nehatiye çareserkirin de bandora xwe winda dike. Lê windakerên herî mezin dibe ku Êzidî bin heke ew bibin mijara peymanekê bêyî ku di pêkanîna wê de şirîkên wekhev bin.
Jinûveavakirin, qerebûkirin û veger berê jî gelek caran li Şingalê hatibûn sozdan. Vê carê divê soz bi fînansmana piştrastkirî, demên diyarkirî, parastina qanûnî ya vegeriyayan û tevlîbûna serbixwe ya Êzidiyan re bên piştgirîkirin. Nexwe unîforma dê biguherin lê bêewlehiya jiyana rojane dê wekî xwe bimîne.
Dema ku çek winda dibin
Şingal mînakeke cuda û bi tenê nîne. Gulana 2025an PKKyê fesixkirina xwe ragihand û Tîrmeha heman salê şervanên wê li nêzîkî Silêmaniyê bi rengekî sembolîk çekên xwe şewitandin. Li Tirkiyeyê partiyên desthilatdar dest bi amadekirina çarçoveyeke siyasî û qanûnî kir. Li Sûriyeyê, peymana entegrasyonê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêgeha wan a serbixwe ya leşkerî ji bingeh de guherand.
Niha YBŞya li Şingalê jî heman rêyê dişopîne. Sedemên van bûyeran cuda ne û ne li gorî yek modelê ne lê hemû heman pirsê tînin ziman: Dema rêxistinên çekdar winda bibin dê çi were serê mafên siyasî yên xelkê?
Ji ber ku min jiyana xwe ya pîşeyî bi lêkolînkirina encamên tundiyê re derbas kiriye, ez ti carî girîngiya bêdengbûna çekan kêm nabînim. Lê divê dawîhatina rêxistineke çekdar bi çareserkirina nakokiyeke dîrokî re neyê tevlihevkirin.
Artêşek dikare şervanan tevlî bike û hikûmetek dikare soza ewlehiyê bide. Lê rêxistinkirina leşkerî tenê bi serê xwe nasînê nayîne, çawa ku vekişîna komeke çekdar baweriyê ava nake. Divê maf bên parastin her çendî hevsengiya hêzê careke din biguhere jî.
Ev bipêşketib beşek ji rêkxistina nû ya berfirehtir a Rojhilata Navîn in. Enqere li pey azadiya zêdetir a tevgerê ye li herêmê. Bexda dixwaze desthilata dewletê xurt bike, Şam dixwaze kontrola axa xwe vegerîne û Hewlêr jî dixwaze xweseriya xwe biparêze. Ev rewş ji bo aktorên siyasî yên Kurd rewşeke dijwar çêdike.
Dibe ku ew bighêjin postên hikûmetê, derfetên aborî an jî meqamên di saziyên ewlehiyê de, bêyî ku garantiyên siyasî yên pêbawer bi dest bixin. Postekî hikûmetê ne destûr e û sozek jî ne mafekî qanûnî ye. Cudahiya van her duyan gelek caran tenê dema ku krîza din diteqe eşkere dibe.
Ji bo vê ne hewceyî pûtepêdana bi teoriyên pênasînî û planên veşartî ye. Dewlet li pey berjewendiyên xwe ne ku carinan digihîjin hev û carinan jî li hev dikevin. Qelskirina rêxistinên çekdar ên serbixwe yên Kurdan dikare di heman demê de xizmeta çend hikûmetan bike tevî ku ew dijberên hev bin jî. Ev nayê wê wateyê ku hemû tişt ji aliyê hêzekê ve tê birêvebirin.
Lê ev yek me neçar dike ku em bipirsin: Gelo kesên ku ev biryar bandorê li wan dike dikarin bi xwe biryarê li ser rêzikên jiyana xwe bidin?
Rizgarbûyî bi çi re dijîn?
Zêdetirî 2 hezar û 500 Êzidiyan hîn jî winda ne. Gelek malbat li kampên derdora Dihokê jiyana xwe didomînin ku li wan deran zarok bêyî dîtina gundên bav û kalên xwe mezin bûne. Di lêkolînên trawmayê de, Hans Keilson nîşan da ku mercên jiyanê yên piştî çewisandinê çi qasî girîng in.
Ewlehî, naskirin û derfeta ji nû ve wergirtina kontrola jiyana xwe roleke sereke dilîzin di wê yekê de ka gelo mirov dikarin birînên tiştên jiyane bipêçin an na. Ji bo gelek xilasbûyiyên jenosîdê ev merc hîn nehatine dabînkirin. Ew nizanin xizmên wan li kû ne, gelo ew dê ti carî vegerin malên xwe an piştî van hemû bûyeran dikarin baweriya xwe bi kê bînin.
Salên koçberiyê mirovan ji aqil dûr naxînin an jî şiyana wan a biryardana siyasî ji destê wan dernaxînin. Lê dîsa jî dema ku soz bi salan nayên bicihanîn, hesreta ji bo kesekî ku di dawiyê de gavekê bavêje zêdetir dibe. Ev yek tê fêmkirin û berpirsyariyeke taybet datîne ser milê serkirdeyên siyasî.
Divê ew ji westandina xelkê sûdê wernegirin û biryaran wekî tiştên neçar nîşan nedin ku encamên wan tenê paşê diyar dibin. Xebatên min ên klînîkî û akademîk nîşanî min dane ku dema tundûtîjî û bêhêvîbûna berdewam baweriyê tune bike vegerandina wê çi qas zehmet e. Ti peyman nikare bi tenê bi îmzekirinê birînên derûnî yên 12 salên koçberiyê derman bike.
Di vê rewşê de dibe ku hincetên cuda rast bin lê tiştekî çareser nekin. Li aliyê Kurdan, mirov tînin bîra xwe ku şervanên Pêşmerge li Şingalê canê xwe ji dest da, Kurdên misilman malbatên Êzidiyan veşartin û rizgar kirin û bi sed hezaran koçber ji sala 2014an vir ve li Herêma Kurdistanê bi cih bûn. Ev hemû rast in.
Li aliyê Êzidiyan jî, xelk behsa şeva 3yê Tebaxa 2014an dike ku Pêşmerge bêyî hişyarkirina xelkê paş ve vekişiyan û behsa sedsalên zilm û zordariya mîr û eşîrên Kurdan dikin. Ev jî rast e. Lê danberheva êşan ji bilî tohmetbarkirina hevdû ti têgihiştinê nayîne. Êşa aliyekî nikare êşa aliyê din ji holê rake; divê her du jî bên qebûlkirin.
Hin dengên di nav diyasporaya Êzidiyan de li Ermenistan, Gurcistan û Almanyayê daxwaza veqetîneke zelaltir ji nasnameya Kurdî dikin. Ev nêrîn xwedî koka cuda ya dîrokî û kesane ye. Gelek kes vê yekê bi daxwaza rewa ya diyarkirina berjewendiyên civaka xwe ve girê didin. Hinek jî xwe dispêrin vegotinên li ser kokê ku delîlên zanistî yên pêbawer piştevaniya wan nakin.
Divê ev nîqaş bi aramî û li ser bingeha rastiyan bên meşandin. Rûmeta Êzidiyan ne girêdayî wê yekê ye ka gelo ola wan ji yên din kevntir e an dikarin koka xwe ya cuda ya ji Kurdan nîşan bidin. Mafên wan ji ber mirovbûna wan e û wekî civakeke di bin metirsiyê de pêdiviya wan bi parastineke mezintir heye.
Divê kesên li diyasporayê vê yekê jî li ber çavan bigirin ka daxwazên wan ên siyasî ji bo wan kesên ku li Şingal, Şêxan an di kampan de mane çi wateyê didin. Hilbijartina nasnameyeke cuda ya Êzidî nayê wateya dijberiya li hemberî cîranên Kurd.
Her wiha nûnertiya siyasî tenê bi veqetîna ji hêzekê û ketina destê hêzeke din nabe serbixwe. Serbixwebûn tê wateya parastina azad a berjewendiyên xwe, çi bi Bexda, Hewlêr, Enqere an partiyeke siyasî ya Kurdî re be.
Pirsek ji bo PKKyê
Di vê nakokiyê de aktorek heye ku hîn jî deyndarê bersiveke zelal e. YBŞ Tebaxa 2014an di bin bandora PKKyê de hat avakirin. Saziya wê, perwerde û zimanê wê yê siyasî ji baregeha sereke ya PKKyê ji Qendîlê dihat.
Bi salan PKKyê piştgirî da wan komên li Şingalê ku daxwaza xwerêveberiya Êzidiyan a li derveyî kontrola Hewlêrê dikir. Di heman demê de gelek caran Êzidî wekî beşek ji dîrok û civaka Kurd, heta wekî bingeha herî kevn û resen a gelê Kurd bi nav dikir.
Ev nêrîn hewce nake ku nakok bin lê gava ku xwerêveberî li şûna parastina bijartina azad a mirovan tenê ji bo dijberiya partiyeke Kurd a li hemberî hevrika wê bê bikaranîn nakokî derdikeve holê. Divê PKK eşkere bike ka çi mafan ji bo Êzidiyan nas dike bêyî lihevkirinên xwe yên guherbar û çima siyaseta wê ya li Şingalê carinan ew xist kêleka Bexda û Heşdî Şebiyê ya li dijî Hewlêrê.
Ev ne cudahiyeke akademîk a biçûk e. Tevgereke ku çekên xwe datîne û dixwaze di qada siyasî de çalak bimîne divê li gorî standardên azadî û demokrasiyê yên ku îdia dike diparêze were nirxandin. Ev standard dengê serbixwe yê Êzidiyan, rêzgirtina ji nasnameyên cuda û amadebûna ji bo lêpirsîna biryarên xwe li xwe digirin.
Tevgereke siyasî nikare bi awayekî bawerpêkirî daxwaza naskirinê ji bo Kurdan bike dema ku li hemberî bikaranîna Êzidiyan ji bo berjewendiyên siyasî yên kesên din bêdeng bimîne.
Divê Hewlêr û Bexda niha çi bikin?
Nêzîkatiya berbelav a li Hewlêrê ew e ku bi nerazîbûnan bersiva Bexdayê bide, bi tometan bersiva siyasetmedarên Êzidî bide û bi hêrsbûnê bersiva diyasporayê bide. Ev bertek tê fêmkirin lê xelet e. Hêrsbûn dibe ku xelkê rake ser pêyan lê wan naparêze.
Baweriya Êzidiyan tenê bi bilêvkirina madeyên destûrê an rêzkirina qurbaniyên xwe nayê vegerandin. Ew bi sebir, rastgoyî û gavên ku mirov dikarin di jiyana xwe ya rojane de bibînin tê avakirin. Di vê demê de divê siyaseta Kurdan aram be, li derveyî hilbijartin an rûbirûbûna bê bifikire û nekeve bin bandora her provakasyona nû.
Gava yekem divê vekolîneke serbixwe û zelal be li ser şeva 3yê Tebaxa 2014an. Divê zincîra fermanan were eşkerekirin, guh li xilasbûyiyan bê girtin û berpirsyariya siyasî û leşkerî bi awayekî zelal bê diyarkirin. Hêzên li wê derê bi hêzeke leşkerî ya mezin re rû bi rû man lê ev yek bersiva wê nade bê ka çima ew qasî mirov bêyî ku di wextê xwe de bên hişyarkirin li paş man.
Ne tenê vekişînê bawerî têk bir; bêdengiya dirêj a piştî wê ev birîn kûrtir kir. Hikûmeteke ku kêmasiyên xwe qebûl dike rûmeta xwe winda nake; ew pêbaweriyê bi dest dixe ku bêyî wê lihevhatin nabe.
Her wiha nîşandana rewşa wan deverên ku niha di bin berpirsyariya Hewlêrê de ne jî heman girîngiyê digire. Şêxan, Lalîş û gundên Êzidiyan ên derdora Dihokê dikarin nîşan bidin ka jinûveavakirin, derfetên kar, mafên ewle yên mulkiyetê û parastina cihên pîroz di pratîkê de çi wateyê didin.
Ji bo vê yekê tevlîbûna wekhev a Êzidiyan a di birêvebirin, saziyên ewlehiyê û zanîngehan de pêwîst e; ne wekî baskekî partiyeke siyasî lê wekî dengekî serbixwe. Beriya her tiştî divê eşkere be ku ji ber ku kesek xwe tenê wekî Êzidî pênase dike ti carî rastî kêmkirina mafan an kêmrêziyê nayê. Bawerî tenê bi tekezkirina li ser kokeke hevpar bi dest nakeve; gava mirov dibînin ku rêz li azadiya wan tê girtin mezin dibe.
Divê Bexda jî ji kontrolkirina çiyê zêdetir tiştan pêşkêş bike. Lihevkirineke mayînde hewcedarî rêveberiyeke xwecihî ye ku xelkê Şingalê wê rewa bibîne, her wiha erkên zelal ên ji bo ewlehî û jinûveavakirinê, tevlîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di mijarên destûrî yên neçareserkirî de û amûrên serbixwe yên ji bo kontrolkirina pêbendbûna bi sozên hatine dayîn dixwaze.
Rêya çareseriyê ne zorbaziyeke din e ku mesrefa wê careke din ji aliyê malbatên li kampan ve bê dayîn; rê di saziyên wisa de ye ku Êzidî li şûna ku piştî lihevkirinê tenê werin agahdarkirin, bi xwe beşdarî biryaran bibin.
Ji van tiştek bi lez pêk naye. Baweriya ku di şevekê de şikestiye di maweyê dewrek hikûmetê de nayê restorekirin. Ew tenê wê demê vedigere dema ku xelk sal bi sal bibîne ku soz tên bicihanîn.
Parçebûneke dualî
Tiştê ku li Şingalê pêk tê xetereya parçebûneke dualî bi xwe re tîne. Dibe ku ew Êzidiyên ku berê xwe didin Bexdayê ji wan kesên ku bi Hewlêrê ve girêdayî ne dûr bikevin. Di heman demê de têkiliyên di navbera Êzidî û Kurdan de dikarin xirabtir bibin, her çendî ew ne tenê xwedî dîrokeke dûrûdirêj in, di heman demê de gund, ziman, pêwendiyên malbatî û bîranînên alîkarî û xayîntiyê bi hev re parve dikin.
Ji bo jiyana bi yên din re, nabe ku kesek neçar bimîne dest ji nasnameya xwe berde. Beriya her tiştî divê dersa siyasî ya jenosîdê ev be.
Eger bêçekkirina YBŞyê vegera malbatan, jinûveavakirin û tevlîbûna rasteqîn a siyasî pêk bîne dikare sûdê bide Şingalê. Lê heke tenê girêdanên nû ava bike dê bêhêvîbûneke din bi xwe re bîne.
Min di şîroveya xwe ya li ser aştiyeke bê Kurd de nivîsandibû ku tunebûna tundiyê ne heman tişt e li gel lihevhatinê. Li vir jî heman tişt rast e. Pîvana aştiyê ew e ka dê dayîkek li Şingalê karibe zarokên xwe bişîne dibistanê, malbatek karibe vegere mala xwe, xizmên kesên windayî bersivekê wergirin û ciwanek karibe bi serbestî biryarê li ser nasnameya xwe bide.
Komkujiya 2014an birîneke vekirî ye. Lêkolînên li ser windabûna kolektîf û windabûna ku derbasî nifşên nû dibe nîşan didin ku dema naskirin û ewlehî tune bin bandorên tundiyê çi qas dikarin bidomin. Her kesê ku vê birînê ji bo dijberkirina Êzidiyan li hemberî Kurdan an Kurdan li hemberî Êzidiyan bi kar bîne tenê wê kûrtir dike.
Pêdiviya xelkê bi parçebûna di nav bereyên nû yên siyasî de nîne. Pêdiviya wan bi cîranên pêbawer û wan saziyan heye ku mafên wan biparêzin, her çendî hikûmet û hevalbendî biguherin jî. Beriya 12 salan bi deh hezaran kesan xwe spart Çiyayê Şingalê ji ber ku pergala li dora wan hilweşiyabû. Eger ev çiya niha bibe sembola pergaleke nû, divê xelk bixwe di paşeroja xwe de xwedî gotin be.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



