Di dîroka wêjeya cîhanê de jinên nivîskar gelek caran ne tenê bi berhemên xwe lê bi awayê nêrîna xwe ya li cîhanê û vegotina serpêhatiyên mirovan, cihê xwe girtine. Wan ew mijarên ku carna di civakê de dihatin paşguhkirin an jî dengê wan kêm dihat bihîstin, kirine mijara roman, çîrok, helbest û nivîsên xwe. Wan bi vê yekê nîşan daye ku jiyana rojane ya mirovan, bîranînên zaroktiyê, êşa jinan, şer, koçberî û lêgerîna azadiyê hemû dikarin bibin çavkaniyên wêjeyeke hêzdar.
Gava em li rewşa jinên nivîskar ên Kurd dinêrin, hinek pirsên girîng derdikevin holê: Em dikarin ji ezmûna van jinên nivîskar ên cîhanê çi fêr bibin? Em çawa dikarin ji berhemên wan sûdê wergirin bêyî ku dengê xwe, zimanê xwe û taybetmendiyên civaka xwe winda bikin?
Nazik el-Melaîke: Nûkirina ziman û şêwaza helbestê
Nazik el-Melaîke (نازك الملائكة) yek ji wan helbestvanên jin ên girîng ên cîhana Erebî ye ku di nûjenkirina helbesta Erebî de roleke mezin lîstiye. Ew bi taybetî bi derbasbûna ji helbesta klasîk ber bi helbesta serbest (azad) ve tê nasîn. Di helbestên xwe de hestên kesane, tenêtî, xem û pirsgirêkên mirovahiyê bi zimanekî hestyar û bi şêwazeke nû vedibêje. Jinên helbestvan ên Kurd dikarin ji wê vê sûdê wergirin: Nûkirin ne tenê guhertina qalibê helbestê ye, di heman demê de dîtineke nû ya li ser jiyanê û vegotina hestan a bi zimanekî azad û xweser e.
Svetlana Alexievich: Veguherandina bîranînê ya ji bo şahidiya dîrokê
Yek ji mînakên balkêş Svetlana Alexievich e; nivîskar û rojnamevana Belarûsî ku di sala 2015an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt. Taybetmendiya sereke ya berhemên wê ew e ku ew dibe dengê wan kesên şer û felaketên giran jiyane. Di berhemên wê de mirovên asayî ne tenê şahidên bûyeran in; ew bi bîranîn, tirs, xem û peyvên xwe dîrokê ji nû ve ava dikin.
Min berhema wê ya bi navê Şahidên Dawîn (آخر الشهود) ku bi Erebî jî çap bûye, xwendiye. Di vê berhemê de Alexievich vedigere ser bîranînên wan kesên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de zarok bûn û piştî gelek salan serpêhatiyên xwe vedibêjin. Hinek ji wan di wê demê de di navbera 5-10 salî de bûn lê bîranînên wan ên şer, windakirina dê û bavan, birçîbûn û tirs, heta temenê mezinbûnê jî bi wan re mane. Ev berhem nîşan dide ku şer tenê bi hejmara leşkeran, bi navên fermandaran û bi encamên siyasî nayê vegotin. Ji bo têgihiştina rastiya şer, divê em dengê zarokên sêwîmayî, dengê dayîkên hemû zarokên xwe ji dest dayî û dengê wan mirovên di nav tirsê de mezin bûne jî bibihîzin.
Ji vê ezmûnê, jinên nivîskar ên Kurd dikarin derseke girîng derxin: Ew dikarin dîroka xwe ne tenê bi sernavên mezin û navên serokan lê bi bîranînên mirovên asayî binivîsin. Di dîroka Kurdan de şer, qirkirin, enfal, koçberî, zindan û bidûrxistina ji welat bûne para gelek kesan. Li pişt her bûyereke dîrokî, gelek çîrokên takekesî hene ku hîn jî nehatine nivîsandin an jî bi awayekî kûr nehatine vegotin. Nivîskarên jin dikarin li ser jiyana jineke ku malbata xwe ji dest daye, zarokekî ku ji welatê xwe bi dûr ketiye an jî dayîkeke ku bi hêviyeke mezin li hemberî zehmetiyan radiweste, binivîsin.
Toni Morrison: Bîranîna takekesî ya ku dibe ya civakê
Mînakeke din Toni Morrison e; nivîskara Amerîkayî û xwedîya Xelata Nobelê ya Wêjeyê. Di berhemên wê de, bi taybetî di romana Belovedê (Dilketî / محبوبة) de bîranîna koletiyê, birînên ku ji nifşekî derbasî nifşê din dibin û bandora dîrokê ya li ser derûniya mirovan cihekî sereke digirin. Morrison nîşan dide ku dîrok piştî bidawîbûna bûyeran jî di hiş û giyanê mirovan de berdewam dike.
Ji vê yekê em fêr dibin ku nivîskar ne neçar e hemû bûyerên dîrokê rasterast û bi berfirehî vebêje; ew dikare bi rêya çîroka malbatekê, bi bîranîna dayîkekê an bi pêwendiya di navbera dê û zarokê de karesateke dîrokî nîşan bide. Ev rêbaz ji bo jinên Kurd jî pir girîng e. Dibe ku di çîroka jinekê de em ne tenê serpêhatiya wê ya şexsî, di heman demê de şert û mercên civakî, zextên kevneşopiyê, sînorên li pêşiya wê û xewnên wê yên ji bo paşerojê bibînin. Jiyana takekesî dema bi kûrahî û ji dil were nivîsandin, dikare bibe beşeke ji bîra hevpar a civakê.
Nawal el-Saadawî: Nivîsîn wekî rêyeke pirsîn û rexnekirinê
Nivîskar û bijîşka Misrî Nawal el-Saadawî jî mînakeke gelekî girîng e. Wê di roman û gotarên xwe de li ser rewşa jinan, zextên civakî, desthilatdariya baviksalarî û mafê jinan ê li ser biryardayîna jiyana wan nivîsiye. Di romana wê ya bi navê Jin li Xala Sifirê (امرأة عند نقطة الصفر / Woman at Point Zero) de, jiyana jineke ku li bin zext û tundûtûjiyê maye dibe bingehek ji bo lêpirsîna edalet, desthilatdarî û azadiyê. Ev roman ji hevdîtina wê ya bi jineke girtî re hatiye îlhamgirtin.
Dersa ji vê mînakê ew e ku nivîskar dikare dest deyne ser mijarên tabû û biêş, pirsên dijwar bike û tiştên ku civak dixwaze veşêre derxîne ber ronahiyê. Hêza wêjeyê ne tenê di vegotina pirsgirêkê de ye; di heman demê de di kûrahiya hestan û zindîkirina karakteran de ye. Ji bo jinên nivîskar ên Kurd ev dikare bibe derfetek da ku li ser mijarên wekî xwendina keçan, zextên malbatî, azadiya takekesî û zehmetiyên jinan ên di jiyana rojane de bi zimanekî wêjeyî û wêrek binivîsin. Armanc ne tenê rêzkirina pirsgirêkan e, armanc ew e ku xwendevan bi rêya hunerê kûrahî û hestên wan fêm bike.
Ahlam Mosteghanemi: Bîranîna laş û birînên welat
Nivîskara Cezayîrî Ahlam Mosteghanemi di romana xwe ya navdar Bîranîna Laş (ذاكرة الجسد) de evîn, bîranîn û birînên dîrokê bi hev re girê dide. Di vê berhemê de beden ne tenê hebûneke fîzîkî ye; ew dibe qada ku birînên şer, windahî û bîranînên welêt lê şênber dibin. Ev nêrîn ji bo jinên nivîskar ên Kurd jî gelekî watedar e; lewra di jiyana gelek jinên Kurd de dîroka şer, koçberî, windakirina delalan û êşa welêt ne tiştên razber in; ew di nav jiyana wan a rojane de, di hest û rûyê wan de dijîn.
Jinên Kurd dikarin ji Mosteghanemiyê fêr bibin ka çawa evîna welat, birînên dîrokê û serpêhatiyên kesane dikarin bibin mijara wêjeyê. Lê divê ew van mijaran bi dengê xwe, bi zimanê xwe û li gorî rastiya jinên Kurd bînin ziman. Ji ber ku gelek caran dîroka civakê di bîr û şahidiya jinan de parastî maye; lewma nivîsandina van bîranînan rê nade ku dengê wan bê jibîrkirin.
Annie Ernaux: Jiyana takekesî wekî neynika civakê
Nivîskara Fransayî û xwedîya Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 2022an Annie Ernaux, di berhemên xwe de pir caran ji bîranîn û serpêhatiyên xwe yên şexsî dest pê dike. Lê ew tenê di çarçoveya xwe de namîne; bi rêya bîranînan, bandora çînî, perwerde, zayend û şertên civakî yên li ser jiyana mirovan nîşan dide. Xelata Nobelê jî ji ber wêrekiya wê ya di nîşandana pêwendiya bîranînên kesane bi jiyana kolektîf re jê re hat dayîn.
Di pirtûka xwe ya bi navê Sal (Les Années / السنوات) de, Ernaux ji bîranînên zarokatî û ciwantiya xwe dest pê dike lê bi rêya hûrgiliyên rojane, wêneyên malbatê û guherînên ziman, çîroka serdemekê û guherîna civaka Fransayî vedibêje. Bi vî awayî bîranîna kesane vediguhere bîra civakê. Di pirtûka xwe ya bi navê Jinek (Une femme / امرأة) de jî ew behsa jiyana dayîka xwe dike. Lê ev berhem ne tenê bîranîneke dayîkê ye; ew şert û mercên jiyana jinên wê serdemê û ked û xebata wan ronî dike.
Ji Ernauxê em fêr dibin ku vegotina jiyana xwe yan ya kesên nêzîkî xwe ne tenê qala bûyerên rojane ye. Nivîskar dikare ji bîranîneke piçûk dest pê bike û pirsên gerdûnî bike: Civak çawa bandorê li ser çarenûsa jinan dike? Çawa derfetên perwerdeyê û kevneşopî jiyana wê dîl digirin?
Elîf Şafak: Nasname, koçberî û dengvedana gerdûnî
Elîf Şafak di romanên xwe de pir caran li ser mijarên mîna nasname, koçberî, pirçandîbûn, bawerî û rewşa jinan disekine. Mînak di romana xwe ya Çil Rêzikên Evînê (The Forty Rules of Love / قواعد العشق الأربعون) de bi riya hevdîtina Şemsê Tebrîzî û Mewlana, li ser guherîna hundirîn a mirov disekine; di romana Namûs (Honour / شرف) de zexta kevneşopiyan a li ser jinan radixe ber çavan; di Girava Darên Windabûyî (The Island of Missing Trees / جزيرة الأشجار المفقودة) de jî bîranîna welat û girêdana bi rehên xwe re dike mijar.
Jinên nivîskar ên Kurd dikarin ji Elîf Şafakê fêr bibin ka çawa çîrokeke herêmî an pirsgirêkeke nasnameyê dikare bi zimanekî wêjeyî yê hemdem ji sînorên erdnîgariya xwe derbas bibe û bigihîje xwendevanên cîhanê. Ev nayê wateya teqlîdkirinê; berevajî vê, nîşan dide ku dema çîroka jineke Kurd bi hostatî û bi hesteke kûr bê honandin, ew çîrok êdî ne tenê ya wê ye lê dibe berhemeke ku dikare bi hemû mirovahiyê re biaxive.
Ev hemû rêbaz, deng û mînak dikarin bibin çavkaniyeke bêdawî û hêzdar ji bo jinên nivîskar ên Kurd da ku ew jî dîrok, jan, evîn û hêviyên xwe bi zimanê xwe û bi dengekî resen bigihînin asta wêjeya cîhanî.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)


