Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê li pey serkeftineke nû ye û dixwaze di hevrikiya lûtkeya Lîga Super de berdewam be.
Îşev demjimêr 19:00an, Amedspor di çarçoveya hefteya 9an a Lîga Super de li stadyuma Samsunê dê bi tîma Samsunsporê re bilîze.
Tîma Amedê hewl dide ku bi vê maçê serkeftineke din tomar bike.
Piştî serkeftina hefteya borî ya li hemberî Konyasporê, tîma Amedsporê amadehiyeke baş kiriye.
Amedspor dixwaze rewşa nebaş a tîma beramber bi kar bîne da ku serkeftineke din bi dest bixe û puanên xwe zêde bike.
Tîma Kesk û Sor di 6 maçên xwe yên dawî de têk neçûye.
Tîm heta niha di 8 maçan de tenê carekê têk çûye û ji bo bidestxistina serê lîsteyê hevrika sereke ya Galatasarayê ye.
Rewşa her du tîman a di lîgê de
Amedspor bi moraleke bilind çûye Samsunê û tîm ji bo maçê amade ye lê ji ber qedexeyan ji bo ku piştgiriya tîma xwe bikin hejmareke gelekî kêm a alîgirên Amedsporê li stadyumê amade dibin.
Amedspor niha bi 17 puanan di rêza duyem a lîsteya Lîga Super de ye û tenê 2 puanan li paş Galatasarayê ye ku di rêza yekem de cih digire.
Li aliyê din, Samsunsporê di vê demsalê de 6 maç ji dest dane, tenê maçek biriye û carekê jî wekî hev maye lê ji ber ku Samsunspor li stadyuma xwe dilîze, maça vê êvarê ji bo Amedsporê ne hêsan e.




