Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê di Lîga Super de li deplasmanê 2-1 zora Samsunsporê bir.
Amedspor bi vê encamê cara pêşîn e ku di Lîga Super de li deplasmanê bi ser dikeve.
Samsunspor ket pêş
Samsunsporê xuleka 21ê bi gola Tomasson dest bi maçê kir û 1-0 ket pêş.
Lîstikvanê Samsunsporê Sousa xuleka 37an qerta sor dît û ji lîstikê hat derxistin.
Piştî vê qertê tîma wî li qadê 10 kes ma.
Lîstikvanê Amedsporê Furkan Soyalp jî xuleka 43yan qerta zer dît û nîvê yekem ê maçê 1-0 bi dawî bû.
Amedspor jî 10 kes ma
Di nîvê duyem de Amedsporê jî lîstikvanekî xwe ji dest da.
Xuleka 61ê lîstikvanê Amedsporê Diagne qerta sor dît.
Bi vê qertê Amedspor jî li qadê 10 kes ma.
Tevî kêmbûna lîstikvanan Amedsporê êrişên xwe dewam kirin û xuleka 71ê penaltiyek bi dest xist.
Orban derbasî ser penaltiyê bû û gog şand nav toran.
Bi vê golê encam bû 1-1.
Amedspor bû lîder
Amedsporê piştî gola wekheviyê zextên xwe zêdetir kirin.
Dia Saba xuleka 82yan bi şûteke gelekî xweş gola duyem a Amedsporê avêt û tîma xwe 2-1 derxist pêş.
Di xulekên dawiyê de Samsunsporê gelekî êriş kir lê ti encamek bi dest nexist.
Amedsporê bi vê serkeftinê 3 puan wergirtin û puanên xwe derxistin 20î.
Amedspor niha bi maçeke zêde bûye lîdera Lîga Super.

.jpg&w=3840&q=75)


