Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê bernameya Şeva Piştgiriya eşkere kir ku dê 6ê Çiriya Paşîn li Stenbolê were lidarxistin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê tîmê ve hatiye dayîn de, hûrgiliyên şevê hatin parvekirin.
Şeva Piştgiriya Amedsporê dê 6ê Çiriya Paşîn li Qesra Esma Sultanê ya li Ortakoyê ya Stenbolê were lidarxistin.
"Em tev yek in"
Di şeva ku ji aliyê Birêvebiriya Amedsporê ve tê organîzekirin de, stranbêj Rojda û hunermend Mikaîl Aslan dê beşdar bibin.
Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn:
"Ji bo ku em bi hev re mil bidin paşeroja Amedsporê, piştgiriya xwe zêde bikin û li dora armancên xwe yên hevpar kom bibin, em tên gel hev. Em bi hev re bihêztir in. Em tev yek in!"




.jpg&w=3840&q=75)