Hewlêr (Rûdaw) - Boksorê Kurd Umut Çamkiran, ji bo maça xwe ya 26emîn ku dê ji bo Şampiyoniya Cîhanî ya Zîvîn a WBCyê derkeve pêşberî boksorê Azerî, li Gelî û Çemê Munzurê yê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di nav kampeke taybet de ye.
Umut Çamkiran ku heta niha di her 25 maçên xwe de bi ser ketiye û 23yan ji wan bi nakawtê bi dawî kirine, ji bo vê maça dîrokî berê xwe daye warê bav û kalên xwe.
Çamkiran diyar kir ku xwezaya Dêrsimê moral û enerjiyeke bêhempa dide wî.
"Kampa li Dêrsimê enerjiyeke super da min"
Boksorê Kurd Umut Çamkiran derbarê amadehiyên xwe yên li herêmê ji Rudawê re axivî û got:
“Rahênana li Dêrsimê ji bo min hesteke cuda ye. Rehên min li vê derê ne, malbata min û bav û kalên min ji vê derê ne.
Enerjiyeke cuda dide min, bi rastî ji bo her kesî enerjiyeke cuda ye. Kî were dê enerjiyeke cuda ji vê xwezayê werbigre.
Min kampeke super derbas kir. Xweş derbas bû, hefteyeke me ma, em dixwazin kampê bi xweşî û tenduristî bi dawî bînin û pişt re em dê ji bo lîstikê biçin Stenbolê.”
Rahênerê Macar bû heyranê Dêrsimê
Rahênerê Çamkiran ê Macar Istvan Szili jî li Dêrsimê li gel wî ye û werzîşvanê Kurd ji bo maçê amade dike.
Szili balê kişand ser bandora erênî ya xweza û xelkê Dêrsimê û got:
“Hewa paqij, çiya û bedewiya xwezayê ya Dêrsimê enerjiyeke bêhempa dide me. Xwarina ku em li vir dixwin xwezayî û organîk e.
Dilsozî û mêvanperweriya mirovan jî bandoreke zêde li me kir. Li Dêrsimê, em xwe wekî beşeke ji malbateke mezin dibînin.
Em bawer dikin, bi enerjiya ku em ji vê xwezaya xweşik werdigrin, em dê lîstika şampiyoniya cîhanê qezenc bikin."
Maça mezin roja 7ê Çiriya Paşîn e
Umut Çamkiran dê di maça xwe ya 26emîn de, 7ê Çiriya Paşîn a 2026an li Stenbolê, ji bo kembera Şampiyoniya Cîhanî ya Zîvîn a WBCyê derkeve pêşberî boksorê Azerî Mourad Alîev.




