Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê tîma Tenerifeyê Jesus de Miguelê ku di lîga duyem a Spanyayê de piştî lihevqelibîneke pir dijwar a bi lîstikvanekî din re bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê mir.
Di Lîga 2yemîn a Spanyayê de nûçeyeke xemgîn cîhana futbolê hejand.
Lîstikvanê 30 salî yê tîma Tenerifeyê Jesus de Miguel ku di xulekên zêdekirî yên maçê de bi qelevanê tîma din re li hev qelibîbû, nehat rizgarkirin û mir.
Li qadê bê liv ma
Di xulekên zêdekirî yên maça Tenerife û Andorrayê de, qelevanê Andorrayê Jesus Owono û êrişkarê Tenerifeyê Jesus de Miguel bi awayekî dijwar li hev qelibîn.
Lîstikvan li erdê bê tevger ma, li ser vê yekê tîmên tenduristiyê ketin nava qadê.
Dema ku midaxeleya ewil li lîstikvan hat kirin, hekemê maçê biryar da ku lîstik bê rawestandin.
Dilê wî di ambulansê de sekinî
Hat ragihandin ku dema De Miguel dibirin nexweşxaneyê dilê wî sekinî lê bi hewldana tîmên tenduristiyê dilê wî dîsa xebitî.
Lîstikvanê navborî xistin bin çavdêriya hûr lê rewşa wî giran bû û pişt re rewşa wî ya norolojîk xirabtir bû.
Fabrizio Romano nûçe ragihand
Rojnamegerê navdar ê Îtalyayî Fabrizio Romano ragihand ku Jesus de Miguel miriye.
Romano da zanîn ku lîstikvan ji encamên giran ên wê bûyerê nehat rizgarkirin û ji bo malbat, heval, hevrêyên tîmê û tevahiya civaka Tenerifeyê sersaxî xwest.



