Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 10an a Lîga Super de îro li mala xwe dê tîma Stenbolê Eyupsporê re bilîze.
Tîma kesk û sor di 9 hefteyên borî de 20 puan berhev kirine û di rêza duyem de cih digire.
Amedspora ku hefteya borî Samsunspor têk biribû û serkeftina xwe ya yekem a li derve tomar kiribû, naxwaze li hemberî Eyupspora di binê lîsteyê de xalan ji dest bide.
Amedspora ku dixwaze cihê xwe yê lûtkeyê biparêze, ji bo 3 puanan derdikeve qadê.
Lîstikvanên Besnik Hasi dixwazin beriya maça Galatasarayê bi ser bikevin û bi moraleke bilind biçin Stenbolê.
4 lîstikvan li ber cezayê kartan in
Beriya maça Eyupsporê, 4 lîstikvanên Amedsporê li ser sînorê cezayê karta zer in.
Qelevan Alban Lafont, Furkan Soyalp, Ermal Krasniqi û Dia Saba heke di vê maçê de karta zer bibînin dê di maça hefteya bê ya li hemberî Galatasarayê de nikaribin bilîzin.
Li gorî texmînan, her du tîm dê bi van lîstikvanan dest bi maçê bikin:
Amedspor: Lafont, Krasniqi, Mehmet Yeşîl, Bates, Umut, Furkan, Raveloson, Saba, Ballet, Yira Sor, Orban.
Eyupspor: Emre, Talha, El Yamiq, Jules, Giordano, Massanga, Taşkin, Costa, Boutobba, Michalak, Yusuf.
Maça di navbera Amedspor û Eyupsporê de îro demjimêr 13:30î li Stadyuma Diyarbekirê tê lîstin.
Hakemê maçê Alpaslan Şen e û maç dê li ser ekrana beIN SPORTS 2yê zindî were weşandin.
Parvekirina Eyupsporê bertek anîn
Beriya vê maça girîng, Eyupsporê li ser hesabê xwe yê tora civakî wêneyek parve kir ku şervanên bi kincên mor û zer tê de bûn û li ser asmanê Amedê hatibûn bicihkirin.
Vê parvekirina tîma Stenbolê tansiyona maçê bilind kir.
Alîgirên Amedsporê bertek nîşanî vê parvekirinê da û şîroveyên wekî "Gelo em diçin maçê an diçin şer?" kirin.




