Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê navdar a cîhanê Cristiano Ronaldo ragihand ku wî dawî li kariyera xwe ya Tîma Neteweyî ya Portugalê aniye.
Lîstikvanê 41 salî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Ranaldo di peyama xwe de wiha got:
"Dema wê hat ku ez formayê hejmar 7an a tîma me ya neteweyî vegerînim. Min ti carî hest nekir ku ev forma tenê yê min e.
Lê 23 salan şanazî û berpirsyariya li xwekirin, parastin û birina wê ya ji bo stadyumên çar aliyên cîhanê para min bû."
Ronaldo destnîşan kir ku êdî dema dewrkirina formayê ya ji bo paşerojê hatiye û li pey çû:
"Ev ne biryareke hêsan bû. Ji ber ku hinek biryar ne tenê bi aqil, bi dil jî tên dayîn."
"Futbol bi mirovan re têkildar e"
Lîstikvanê navdar di dewama peyama xwe de hestên xwe anîn zimên û got:
"Rêwîtiya ku Tebaxa 2003yan dest pê kir û jiyana min heta hetayê guherand bi dawî bû.
Dema ku ez li her tiştê ku min bi tîma neteweyî re jiyaye dinêrim, tenê maç, gol, rekor an jî kupayan nabînim. Ez mirovan dibînim.
Ez wan Portugaliyan dibînim ku li derveyî welêt dijîn û 90 xulekî xwe hinekî nêzîktirî mala xwe hîs dikin.
Ez bi milyonan Portugaliyên ku min qet ew nedîtine lê bûne parçeyek ji jiyana min dibînim.
Ji ber ku di encamê de futbol ji lîstikekê gelekî mezintir e. Futbol bi mirovan re têkildar e."
Ronaldo bi 234 maçan û 146 golan xwediyê rekora lîstikvanê mêr ê cîhanê ye ku herî zêde formaya tîmeke neteweyî li xwe kiriye û herî zêde gol tomar kirine.
Maça dawî ya li hemberî Galerê
Maça dawî ya Ronaldo ya bi tîma neteweyî re îlonê di Lîga Neteweyan a UEFAyê de bû.
Di wê pêşbirkê de Portugalê 1-0 zora Galerê biribû.
Lîstikvanê xwedîezmûn piştî ku di maça hemberî Norwêcê de (ku Portugal 2-1 bi ser ketibû) şensê lîstinê bi dest nexist, ji kampa tîma neteweyî derketibû.
Ji aliyê Komîteya Dîsîplînê ve 255 euro cezayê pereyan û 30 roj cezayê dûrxistinê li Ronaldo hatibû birîn.
Ronaldo di daxuyaniyeke ku ji hezar û 740 peyvan pêk dihat de ji hevalên xwe yên tîmê lêborîn xwestibû û gotibû ew dev ji tîma neteweyî bernade.
Kariyereke tije serkeftin
Ronaldo yê ku wekî yek ji lîstikvanên herî mezin ê dîroka futbolê tê naskirin, cara yekem 2003yan formayê Tîma Neteweyî ya Portugalê li xwe kiribû.
Lîstikvanê navdar navdar 5 caran xelata goga zêrîn a Ballon d'Orê wergirtiye.
Ronaldo bi Portugalê re di Şampiyoniya Ewropayê ya 2016an de û 2 caran jî di Lîga Neteweyan a UEFAyê de bû şampiyon.
Ronaldo her wiha di wê dema ku di Manchester United û Real Madridê de dilîst 5 caran kupaya Lîga Şampiyonan a UEFAyê bilind kir.




