Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 11em a Lîga Super a Tirkiyeyê de, tîma Bakurê Kurdistanê Amedspor sibe li Stenbolê li Stadyuma RAMS Parkê derdikeve hemberî Galatasarayê.
Ev maça ku bi kelecaneke mezin tê payîn, roja şemiyê saet 19:00an dê li Stenbolê bê lîstin.
Her du tîman ji bo vê pêşbirka girîng hemû amadehiyên xwe temam kirine.
Galatasaray dixwaze li pêşberî alîgirên xwe bi ser bikeve û di vê qonaxa krîtîk a lîgê de 3 puanan bistîne.
Amedspor jî ku îsal di Lîga Super de têdikoşe, dê bi armanca biserketinê derkeve qada RAMS Parkê.
Bîranîna maça sala 2015an a li Stenbolê
Ev ne cara yekem e ku tîma Amedê li Stenbolê li hemberî Galatasarayê dilîze.
22yê Kanûna Paşîn a 2015an di maça Kûpaya Tirkiyeyê de, tîma Amedê ya ku wê demê navê wê Dîyarbakir Buyukşehîr Belediyespor bû, li Stenbolê li Stadyuma Turk Telekomê bûbû mêhvana Galatasarayê.
Di wê maça dîrokî de tîma Amedê bi serkeftineke surprîz 2-0 Galatasaray li mala wê têk biribû.
Wê demê vê serkeftinê dengekî mezin veda û demeke kurt piştî wê navê tîmê bû Amedspor.
Lîstikvanên çaverêkirî yên her du tîman
Rahênerê Galatasarayê Okan Buruk û yê Amedsporê Besnik Hasi ji bo maça sibe amadehiyên xwe qedandine.
Di tîma Galatasarayê de kaptan Abdulkerîm Bardakci ji ber karta sor nikare bilîze.
Di tîma Amedsporê de jî Samuel Ballet ji ber karta sor cezakirî ye û Dilhan Demîr jî dê ji ber seqetbûnê tevlî vê maçê nebe.
Li gorî texmînan, her du tîm dê bi van lîstikvanan dest bi maçê bikin:
Amedspor: Alban Lafont, Alî Turap Bulbul (an jî Ermal Krasniqi), David Bates, Lumbardh Dellova, Umut Meraş, Gokhan Gul, Rayan Raveloson, Yira Sor, Dia Saba, Rayan Lutin, Gift Orban.
Galatasaray: Ugurcan Çakir, Roland Sallai, Davinson Sanchez, Wilfried Singo, Ismail Jakobs, Lucas Torreira, Gabriel Sara, Aleksey Batrakov, Yunus Akgun, Rafael Leao, Victor Osimhen.
Bilêtên beşa mêhvanan qediyan
Ji bo maça sibe, li Stenbolê û bajarên derdorê hejmareke zêde ya alîgirên Amedsporê dê berê xwe bidin Stadyuma RAMS Parkê.
Hat ragihandin ku bilêtên beşa mêhvanan di nav çend xulekan de qediyane.
Birêvebiriya Amedsporê jî bangî alîgirên xwe kir ku bi coş û bawerî piştgiriyê bidin tîma xwe.




