Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarê Dêrezorê ji ber bilindbûna asta ava Çemê Feratê, zerer gihîşt zêdetirî 21 hezar donim erdên çandiniyê.
Komîteya Bersivdana Lezgîn a Dêrezorê ragihand ku li gorî nirxandinên destpêkê û amarên qadê, ji ber bilindbûna asta ava Çemê Feratê 21 hezar û 853 donim erdên çandiniyê zerer dîtiye.
Serokê Komîteya Bersivdana Lezgîn Fayiz Eyaş di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku ev zerer li 17 herêmên cuda yên gundewarê Dêrezorê çêbûye.
Fayiz Eyaş da zanîn ku rêjeya herî zêde ya zererê li herêmên Xişam, El-Cela, Hecîn, Xerîta, El-Sûse, Mehimîde û El-Tibniyê hatiye tomarkirin.
Wî eşkere kir ku saziyên pêwendîdar dest bi amadekirina form û lîsteyên taybet kiriye da ku zererên çandiniyê bi hûrgilî werin belgekirin û qebareya zereran bi duristî were destnîşankirin.
Hat destnîşankirin ku xebatên nirxandinê yên li qadê hîn jî didomin.
Piştî temamkirina hemû amadehiyan, dê ji bo rûbirûbûna encamên bilindbûna asta Çemê Feratê û piştgiriya cotkarên ku zerer dîtiye tedbîrên pêwîst werin standin.
Asta ava Çemê Feratê gihîşt rekorekê
Piştî salên dirêj ên hişkesaliyê asta avê gihîşt rekorekê ku zêdetirî 30 sal in mîna wê çênebûye.
Ev yek bû sedema rabûna lehiyê û herêmên li ser her du aliyên Çemê Feratê di bin avê de man.
Bandora vê lehiyê ji bajarê Cerablusê yê li ser sînorê Tirkiyeyê dest pê kir. Lehiyê rûberên berfireh heta parêzgehên Reqa û Dêrezorê dan bin avê.
Li gorî nirxandinên destpêkê, zêdetirî 2 hezar û 400 malbatan ji ber rîska lehiyê neçar mane ku ji malên xwe derkevin.
Bi dehan malbatan xwe spart kamp û navendên stargehê yên ku bi lez hatibûn amadekirin.
Pêla lehiyê kengî gihîşt lûtkeyê?
Pêla herî dijwar a lehiyê û bilindbûna bilez a asta avê dawiya meha Gulana sala 2026an dest pê kir.
Ev pêl di hefteya dawî ya mehê de (di navbera 25 û 31ê Gulanê de) gihîşt lûtkeyê.
Sedemên rabûna lehiyê
Ev bilindbûn di encama hinek sedemên avhewayê û sedemên teknîk de çêbû:
Barana zêde: Ev demsal wekî barana herî zêde ya 30 salên dawî hat pênasekirin. Li herêmê baraneke zêde bariay û lehiyên mezin rabûn.
Helîna berfê: Di vê demê de bilindbûna pileyên germê bû sedem ku berfa li ser çiyayên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi lez bihele. Vê yekê rêjeya ava ku diherikî çem du qatan zêde kir.
Vekirina deriyên bendavên Tirkiyeyê: Desthilatdarên Tirkiyeyê ji bo valakirina ava zêde ya di Bendava Ataturkê de deriyên bendavê vekirin. Di encamê de rêjeyeke zêde ya avê ber bi çem ve hat berdan. Herikîna wê di her çirkeyekê de gihîşt hezar û 800 metreyên sêcayan (ku ev 4 caran ji asta asayî zêdetir e).
Tijibûna bendavên Sûriyeyê: Beriya gihîştina vê pêla lehiyê, golên bendavên Sûriyeyê (mîna Bendava Feratê) ji xwe ji sedî 96-97 tiji bûn.
Ji ber vê yekê, birêvebiriya bendavê ya li Reqayê piştî bi dehan salan cara yekem neçar ma ku deriyên bendavê veke da ku fişara li ser bendavê kêm bike û hevsengiya parastina avê çêbike.
Ev yek bû sedema bilindbûna asta çem û hilweşîna hinek pirên axî yên demkî. Her wiha bû sedema binavbûna zeviyên çandiniyê yên li Reqa û Dêrezorê.



.jpg&w=3840&q=75)