Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê ji ber bilindbûna bihayê elektrîkê, welatî û xwediyên pîşeyan rastî rewşeke dijwar hatine.
Ji ber bihabûnan, malbat neçar mane ku bikaranîna amûrên elektrîkê sînordar bikin da ku ji fatûreyên giran dûr bikevin.
"Malbat di tarîtiyê de dijîn"
Bihabûna elektrîkê hiştiye ku Dêya Wesîmê wekî hemû xelkê taxa Kurdan a Riknedînê ya Şamê tarîtiyê bipejirîne.
Di vê malê de amûrên elektrîkê hatine paşguhkirin û tenê lembayên ronahiyê, ew jî ji bo demeke kurt tên pêxistin.
Ji ber ku xaniyê wê yê kirê ye, heke ew elektrîkê bi kar bîne dê fatûreya wê ji dahatên wê du qatan zêdetir be.
Ji ber vê yekê ew şevên xwe di tarîtiyê de derbas dikin.
Dêya Wesîmê ku nihteciha taxa Kurdan a Riknedînê ye, li ser vê rewşê wiha axivî:
“Em hêvîdar in ku perwaneyeke me hebe, yan sarinca me kar bike, yan jî germkerê avê, lê ev hemû li gel dahata me naguncin.”
Xwediyên karan jî dinalin
Di nava rojê de jî xwediyên karan ji ber bihayê elektrîkê gazinan dikin.
Zahirê ku ev 20 sal in terzî ye, ji bo ku karibe makîneya xwe bixebitîne, ne ava sar vedixwe û ne jî dikana xwe hênik dike.
Dirûnker Zahir Ebû Ayşe derbarê krîzê de got, "Ev babet me gelekî bêzar dike.
Ez dê çawa heqê elektrîkê yê yek milyon û 200 hezar lîreyî bidim?
Ez li vir dixebitim û ji bo her parçeyekî ku ez çêdikim 10 hezar lîreyan werdigrim.
Ez dê çawa bihayê li ser xelkê zêde bikim? Bê guman ew êdî nayên û dest ji dirûnê berdidin.
Wê demê ez dê kar, pîşe û xelkê derdora xwe jî ji dest bidim."
Sedema bihakirina elektrîkê
Li gorî daxuyaniyên fermî, hikûmeta Sûriyeyê dibêje ku bihakirina elektrîkê ji bo kêmkirina cudahiya mezin a di navbera lêçûna hilberîna elektrîkê û bihayê wê de ye.
Her wiha ev biryar ji bo dabînkirina xizmeteke domdar û başkirina hilberîn û belavkirina elektrîkê hatiye dayîn.
Ji destpêka 2026an ve demjimêrên elektrîka niştimanî li Şamê zêde bûne.
Rojane nêzî 18 heta 20 demjimêran elektrîk tê. Ev yek 2025an tenê 4 heta 8 demjimêran dihat.
Meaş têra fatûreyan nake
Lê belê bihayê elektrîkê 12 qatan zêde bûye. Ango fatûreya malbatekê ya du mehan ji derdora 150 hezar lîreyên Sûriyeyê gihîşt nêzî milyonek û 800 hezar lîreyî.
Ev zêdebûn di demekê de ye ku meaşên karmend û karkeran di navbera yek milyon heta du milyon lîreyî de ne.
Li Şamê bikaranîna jeneratorên elektrîkê qedexe ye.
Hin mal sîstema enerjiya rojê bi kar tînin lê lêçûna wan herî kêm hezar dolarên Amerîkayî ye.
Kesên ku dahata wan sînordar e nikarin vê pergalê bi kar bînin.
Her wiha ev ne çareseriyeke domdar e û tenê di damsala havînê de ji sedî sed dixebite.
Li Sûriyeyê 12 stasyonên sereke yên hilberîna elektrîkê hene ku nêzî sê hezar megawatt elektrîk hildiberînin.
Pêwîstiya tevahiya Sûriyeyê bi nêzikî neh hezar megawattan elektrîkê heye.
.webp&w=3840&q=75)

