Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Werziş û Ciwanan a parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê, bi awayekî fermî reklama ji bo kursên reqsa oryantal (Belly dancing) li tevahiya parêzgehê qedexe kir.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ku îmzeya Birêvebirê Werziş û Ciwanan ê Hemayê Mekrem Kîlanî li ser e, biryar hatiye dayîn ku her cure kursên fêrbûna reqsa oryantal li salonên werzişê, navendên fitnesê û navendên taybet werin qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar piştî wê yekê hatiye dayîn ku hat dîtin gelek navend propagandaya kursên reqsa oryantal dikin.
Birêvebiriyê destnîşan kir ku ev çalakî "berovajî yasa, pergal û nerîtên civakî ne."
Her wiha hişyariyeke tund hat dayîn ji bo xwediyên salonan ku her binpêkirinek dê bibe sedema cezayên yasayî û îdarî.
Hat ragihandin, dibe ku ev ceza bigihêjin asta girtina bi temamî ya salonan.
Di biryarê de hat tekezkirin ku guherandina navên kursan a bi navên biyanî yan jî alternatîf ji bo xweveşartina ji biryarê, dê sûda wê nebe û ceza dê wan jî bigire.
Karvedan û bertek
Vê biryarê li ser torên civakî dengvedaneke mezin çêkir û çalakvan û rexnegir vê gavê wekî "çewisandina azadiyan" dibînin.
Rexnegir di wê baweriyê de ne ku ev biryar beşek ji hewlên birêvebiriya demkî ye ji bo sepandina ajandayeke civakî ya paşverû û sînordarkirina azadiyên çandî û kesî yên li wan herêmên di bin desthilata wan de ne.



