Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ragihand
ku di çarçoveya doza Gulistan Dokuyê de, gumanbarê reviyayî Umut Altaş ji aliyê
hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê ve hatiye desteserkirin.
Li ser gumanbar Umut Altaş "bultena sor" hatibû
derxistin.
Lêpirsîna ku êdî wekî "dosyeya kuştinê" tê
meşandin, Umut Altaş wekî kesekî krîtîk pênase dike.
Altaş hevalê nêzîk ê Mustafa Turkay Sonel e.
Sonel bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" niha di
girtîgehê de ye.
Altaş beriya çend rojan ji rojnameyekê re îdia kiribû ku
Sonel bi devê xwe li kuştina Gulistan Dokuyê mikur hatiye.
Altaş di wê hevpeyvînê de gotibû:
"Wê demê ez nezan û saf bûm. Li malê ji min re got, zêde
diqîra, min jî gule berda ser wê.
Heta gava em di otomobîlê de bûn, min dest da çeka ku pê
kuştibû.
Ez dixwazim êdî ev bûyer were zelalkirin.
Hişê min çûbû, min têkiliya xwe bi cîhanê re qut kiribû.
Ez ketibûm şokê, niha tiştan hêdî hêdî tînim bîra xwe."
Cihê term
Altaş di berdewamiya axaftina xwe de gotibû ku term ji aliyê
Şukru Eroglu ve hatiye windakirin.
Eroglu berpirsê parastina Tuncay Sonel bû ku wê demê
Parêzgarê Dêrsimê bû.
Altaş li ser cihê term jî wiha gotibû:
"Ez cih tam nizanim lê dibe ku li derdora zanîngehê, li
cihên vala û çolter ên taxa Aktulukê be.
Bila li wan quncikên çav lê nakevin binêrin.
Her wiha, divê li Bayraktepeyê, li qada çopê ya li kêleka
tesîsên parastina avê jî teqez lêkolîn bê kirin."
Rêya Meksîkayê û peyamên ji bo bavê wî
Tê texmînkirin ku Umut Altaş sala 2022yan çûbe Meksîkayê û
ji wir bi rêyên neyasayî derbasî Amerîkayê bûbe.
Li gorî peyamên 9ê Kanûna Paşîn Umut ji bavê xwe re wiha
nivîsiye:
"Tu wiha hêsan dibinî? Berdêla kiryarên we heye. Ez îro
li benda 9 hezar dolarî me."
Bavê wî Celal Altaş jî bi vî rengî bersiv daye, "Naxwe
çi ji destê te tê bike! Wî 150 hezar dolarê ku min ji we re şandibû, vegerîne."
Girtiyên dosyeyê
Di lêpirsînê de kurê Parêzgarê berê yê Dêrsimê Mustafa
Turkay Sonel û karmendê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldi bi tawana
"kuştina bi zanebûn" hatine girtin.
Her wiha Zeinal Abarakov, dê û bavê wî Engîn û Cemîle Yucer,
dê û bavê Umut Altaş (Celal Altaş û Nurşen Arikan), polîsê ji kar hatiye
derxistin Gokhan Ertok û parêzvanê parêzgar Şukru Eroglu jî bi tohmeta
"veşartin û wendakirina delîlên sûc" hatine girtin.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê yê wê demê Çagdaş
Ozdemîr jî bi îdiaya ku "qeydên nexweşxaneyê jê birine" û
"belgeyên fermî xerab kirine" desteserkirî ye.
Tohmetên li ser Tuncay Sonel
Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel jî bi van kiryaran tê
tawanbarkirin:
"Tinekirin, veşartin an jî guhertina delîlan",
"Destwerdana di amarên pergalên agahî û dîjîtal de",
"Belavkirina neyasayî ya agahiyên kesane" û "Xerabkirina
belgeyên fermî."
Tê îdiakirin ku Sonel ji bo kurê xwe ji dozê rizgar bike,
hemû derfet û saziyên dewletê bi kar aniye.
