Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Gîresunê yê Tirkiyeyê li
ser Rêya Beravê ya Behra Reş, barhilgirek û 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de li gorî agahiyên destpêkê 5 kes mirine û 6 kes
jî birîndar bûne.
Qeza îro destê sibehê li nêzîkî derbasgeha Bendera Gîresunê
çêbû.
Barhilgireke ku nasnameya şofêrê wê hîn nehatiye diyarkirin,
li 2 otomobîlan qelibî.
Di qezayê de otomobîl bi temamî perçiqîn.
Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristiyê, parastina
sivîlan û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên rizgarkirinê ji bo derxistina welatiyên ku di nav
wesayîtan de asê mabûn dest bi xebatan kir.
5 kes li cihê qezayê mirin
Di kontrolên destpêkê de hat diyarkirin ku 5 kes li cihê
qezayê mirine.
6 birîndarên ku hatin rizgarkirin jî bi ambulansan veguhastin
nexweşxaneyên derdorê.
Ji ber qezayê, trafîka li ser Rêya Beravê ya Behra Reş
demeke dirêj rawestiya.
Serdozgeriya Komarê li ser sedema qezayê û pirsgirêkên
teknîkî lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.
Piştî rakirina wesayîtan û paqijkirina rê, çûn û hatin
vegeriya rewşa xwe ya asayî.
