Koln (Rûdaw) - Dozgerê Giştî û polîsên bajarê Kolnê yê Almanyayê, bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo dîtina tawanbarekî Kurd ê bi navê Hesen Feyaz Cindî daxwaza alîkariyê dikin.
Hesen Feyaz Cindî 2017an bi kuştina keça xwe ya 19 salî ya ducanî tê tawanbarkirin.
Li gorî zanyariyên polîsan ên ku di bernameya "Diyaspora"yê ya Rûdawê de hatine nîşandan, tawanbar sala 1972yan ji dayîk bûye û piştî ku li Kolnê tawan pêk aniye reviyaye Îraqê yan jî Herêma Kurdistanê.
Hesen Feyaz, piştî reva xwe bi rêya telefonê cihê termê keça xwe ji polîsên Almanyayê re eşkere kiribû.
Xelata 5 hezar euroyî
Dozgerê Giştî yê Kolnê Ulrich Bremer di hevpeyvîneke xwe ya bi nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re, ji welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê xwestiye ku her zanyariya wan a li ser cihê tawanbar hebe aliyên pêwendîdar agahdar bikin.
Polîsên Almanyayê ji bo her kesê ku zanyariyên wî bibin sedema girtina wî tawanbarî 5 hezar euro wekî xelat terxan kirine.
Naveroka hevpeyvîna Ala Şaliyê ya bi Dozgerê Giştî yê Bajarê Kolnê Ulrich Bremer re ev e:
Rûdaw: Birêz Ulrich, tu dikarî ji me re bibêjî ew bûyer kengî û çawa qewimî?
Ulrich Bremer: Tawanbar gumanbarê sereke ye ku 4ê Kanûna Paşîn a 2017an keça xwe ya 19 salî ya ducanî bi awayekî hovane bi kêrê kuştiye. Tê gotin ku wî pişt re termê wê di garajekê de daniye û paşê derketiye derveyî welêt. Em guman dikin ku ew çûbe Îraqê û ji wir piştî du rojan polîs agahdar kirine û ji wan re gotiye ka dê termê wê li ku bibînin.
Rûdaw: Çima piştî derbasbûna neh salan a li ser wê bûyerê, niha bi awayekî wiha berfireh li wî tawanbarî digerin û belav dikin?
Ulrich Bremer: Di dirêjahiya wê heyamê de em lê geriyan. Demildest fermaneke navneteweyî ya girtinê ji bo wî derket û li cîhanê hate belavkirin. Tevî vê yekê jî em heta niha di dîtina wî de serkeftî nebûne. Em hîn jî guman dikin ku ew li Îraqê be. Loma me careke din doz vekir û me biryar da ku em bi wêneyên wî lê bigerin.
Rûdaw: Gelo dema wî telefonî we kir, li tawanê mikur hat?
Ulrich Bremer: Wî cihê dîtina termê wê ji me re got. Ew li tawanê mikur nehatiye lê gumanên mezin li ser wî hene çimkî bê guman belgeyên din jî di destê me de hene, wekî mînak şopên DNAyê. Her wiha me kêra tawanê jî dît, ji ber wê em piştrast in ku ew e kesê ku keça xwe kuştiye.
Rûdaw: Gelo ti cure hevahengiyek di navbera we û desthilata Îraq û Herêma Kurdistanê de heye, daxwaza we ji Herêma Kurdistanê û Îraqê çi ye?
Ulrich Bremer: Li gorî yasaya Almanyayê ev yek wekî kuştineke bizanebûn tê hesibandin ku dembuhurî nabe (kevn nabe). Ango, em dê li ser lêpirsînê berdewam bin heta ku tawanbar tê girtin û em dikarin wî derxînin pêşberî dadgeheke Almanyayê yan jî heta ku em bizanibin wî canê xwe ji dest daye. Wê demê em nikarin bi miriyan re lêpirsînê bikin. Em bi rêya polîsan bi desthilatdarên Îraqê re jî di pêwendiyê de ne lê bi fermî ti peymaneke me ya radestkirinê bi Îraqê re nîne.
Rûdaw: Navê tawanbar çi ye?
Ulrich Bremer: Navê wî Hesen Feyaz Cindî ye, temenê wî 54 sal e. Wêne hinekî kevn in lê ev temenê wî yê rastî yê niha ye. Ew li Mûsilê ji dayîk bûye û em wisa texmîn dikin ku ew li Îraqê be lê dibe ku ev yek jî ne rast be.
Rûdaw: Hûrgiliyên tawanê çawa bûne, gelo keçikê demildest canê xwe ji dest daye, hûn dikarin zanyariyên zêdetir bidin me?
Ulrich Bremer: Ew keçika Êzidî wê demê 19 salî bû û 2 meh bû ku ducanî bû. Evîndarekî wê hebû ku ne li ser ola Êzidiyatiyê bû. Bavê wê bi pêwendiya her duyan zanîbû. Wî xwestibû keça xwe neçar bike da ku zaroka xwe ji ber bibe û pêwendiya xwe bi dawî bîne.
Keçik bi vê yekê razî nebûbû û xwestibû wê şevê ji malbata xwe qut bibe. Xwestibû malê li pey xwe bihêle û biçe. Li gorî lêpirsînên me, bavê wê xwe wisa nîşan dabû ku alîkariya wê dike û wê bi otomobîlê digihîne cihê wê. Lê mixabin, ew qet negihişt wî cihê ku dixwest biçe.
Belkî bavê wê li nêzîkî parkeke werzişî ya Hohenbergê otomobîl rawestandibû û li wir bi çend derbên kêrê ew kuştibû. Ji ber xwînçûneke zêde canê xwe ji dest daye. Em wisa texmîn dikin. Pişt re wî termê wê xistibû nava otomobîlê û di nava wê otomobîlê de di garajekê de hiştibû.



