Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ji bo rûniştgeha alîkarê serok a li Çavdêrîgeha Deryayî ya Amerîkayê ya li Washingtonê, lîsekî mirîşkan da çêkirin û çîçikên mirîşkan kirîn.
Şirketekê ku navenda wê li North Carolinayê ye, lîsekî bi sêwirana taybet diyarî Vance kir.
Vance biryar da ku ew lîs li rûniştgeha alîkarê serok a li Çavdêrîgeha Deryayî ya Amerîkayê bê danîn.
12 çîçik hatin kirîn
Ji bo wî lîsê ku dişibe avahîsaziya rûniştgeha fermî, 12 çîçikên mirîşkan hatin kirîn.
Ji sala 1977an ve tê bikaranîn
Li Amerîkayê alîkarên serok ji sala 1977an ve li wê avahiyê dimînin ku li ser zeviya Çavdêrîgeha Deryayî ya li Washingtonê ye.
Her wiha ew kesên ku tên ser peywirê, li gorî dilê xwe hinek tiştan li rûniştgehê zêde dikin.



