Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo nirxandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dicive ku li 24 welatan (Tirkiye jî di nav wan de ye) nehatine pêkanîn.
Di rojeva civînê de, dosyaya herî girîng biryara "berdana demildest" a Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş e.
Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku her sê mehan carekê ji bo şopandina biryarên DMMEyê tê lidarxistin, sêşemê (9ê Hezîrana 2026an) li Strasbourgê dest pê kir û dê heta roja pêncşemê (11ê Hezîranê) berdewam bike.
Di vê civînê de, binpêkirinên mafan û ew biryarên ku li welatên wekî Albanya (Arnawidistan), Ermenistan, Azerbeycan, Belçîka, Bosna, Bulgaristan, Qibris, Çekya, Fransa, Gurcistan, Yunanistan, Macaristan, Îzlanda, Îtalya, Moldova, Makedonyaya Bakur, Polonya, Portugal, Romanya, Slovenya, Swîsre û Tirkiyeyê dereng ketine bi hûrgulî tên nîqaşkirin.
Biryarên derbarê Demîrtaş û Kavala di rojevê de ne
Di nav dosyayên sereke de, biryara 22yê Kanûna 2020î ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de heye.
DMMEyê di wê biryarê de destnîşan kiribû ku mafên Demîrtaş hatine binpêkirin.
Dadgehê diyar kiribû ku girtina wî bêyî "delîlên berbiçav" hatiye kirin û armanc "tepisandina pirrengiya siyasî û sînordarkirina azadiya nîqaşên siyasî" ye.
Her wiha hatibû gotin ku rakirina parêzbendiya wî û darizandina wî ya ji ber daxuyaniyên siyasî, biryareke ne hiqûqî ye.
Dosyaya din a girîng jî biryara 12ê Gulana 2020î ya derbarê karsaz û aktîvîstê mafên mirovan Osman Kavala ye.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû ku Kavala "bêyî gumaneke meqûl û bi awayekî neheq" demeke dirêj di girtîgehê de hatiye hiştin.
Biryarên ku Komîteya Wezîran di vê civînê de wergire, dê roja înê (12ê Hezîranê) li ser malpera fermî ya Konseya Ewropayê bên eşkere kirin.
Li gorî madeya 46an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, biryarên DMMEyê ji bo welatên endam pêbendker in.
Tirkiyeyê 18ê Gulana 1954an ev peyman îmze kiriye û ew xistiye xala 90î ya Destûra Bingehîn. Li gorî hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî, divê Enqere biryarên DMMEyê bi cih bîne.
Lê belê heta niha jî biryarên ji bo berdana demildest a Demîrtaş û Kavala nehatine pêkanîn.
Berevajî biryarên DMMEyê, di dema girtina wan de bi dehan dozên nû li wan hatine vekirin û ceza li wan hatine birîn.
Dosyeya Selahattîn Demîrtaş
Dosyaya ku Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî pê tên darizandin, di raya giştî de wekî "Dosyaya Kobaniyê" tê naskirin.
Vê dozê piştî êrişên DAIŞê yên li ser Kobaniyê (Îlona 2014) û xwenîşandanên piştgiriyê yên li Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû.
Di vê dozê de 108 siyasetmedarên Kurd bi tohmetên wekî "têkdana yekîtiya dewletê", "kuştina bi qestî" û "şewitandina alayê" hatin darizandin.
Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve girtî ye. 16ê Gulana 2024an di encama vê dozê de 42 sal cezayê girtîgehê li Demîrtaş û 30 sal û 3 meh jî li Fîgen Yuksekdagê hat birîn.
Dosyeya Osman Kavala
Osman Kavala ji sala 2017an ve girtî ye. Ew bi "fînansekirina xwenîşandanên Parka Geziyê" û "hewldana derbeya 15ê Temûza 2016an" tê tohmetbarkirin.
Kavala di doza Geziyê de beraet standibû lê di heman rojê de ji ber “dosyeya derbeyê” dîsa hatibû girtin û darizandina wî berdewam dike.



