Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Birêvebiriya Sereke ya Mûşek û Topavêjan a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê (GRAU) Damir Davidov, di encama êrişeke bombeyî de canê xwe ji dest daye.
Êriş li nêzîkî Moskowê li otomobîla Davidov pêk hat.
Sibeha 9ê Hezîrana 2026an, derdora saet 05:30î li herêma Balaşîhayê ya li derveyî Moskowê teqîneke bihêz rû da.
Hat diyarkirin ku li taxa Aviatorovê dema otomobîleke cureya BMW X3 ji cihê parkkirinê derdiket teqiyaye.
Tevî midaxeleya xelkê derdorê jî ajokar li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Nasnameya wî li ser Telegramê hat eşkerekirin
Komîteya Lêpirsînê ya Federal a Rûsyayê û Dozgeriya Herêma Moskowê piştrast kir ku li Balaşîhayê teqînek rû daye û lêpirsîna cezayî dest pê kiriye.
Lê belê wan navê kesê ku canê xwe ji dest daye veşart.
Li aliyê din, kanala Telegramê ya VChK-OGPUyê ya Rûsyayê û çavkaniyên Ukraynayê ragihand ku kesê ku hatiye armancgirtin Damir Davidov e.
Damir Davîdov Serokê Birêvebiriya Sereke ya Mûşek û Topavêjan a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê (GRAU) ye.
Çavkaniyeke dezgeha medyaya serbixwe Astrayê jî kuştina Davidov piştrast kir.
Rojnameya Kommersantê jî daxuyand ku hêza teqemeniya ku li binê otomobîlê hatiye bicihkirin bi qasî 500 gram TNTyê ye.
Hat zanîn ku Davidovê 57 salî li Penza-19ê dixebitî ku ev der wekî navenda hilberîna mûşekên nukleerî tê naskirin.
Li heman taxê sûîqesta duyem
Taxa ku êriş lê çêbûye, bi wê yekê tê naskirin ku leşkerên malnişîn bi piranî lê dijîn.
Nîsana 2025an jî Alîkarê Serokê Birêvebiriya Sereke ya Operasyonan a Sererkaniya Rûsyayê general Yaroslav Moskalîk li heman taxê hatibû kuştin.
Di otomobîla Moskalîk de jî bombe hatibû bicihkirin û ew di encama teqînê de miribû



