Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump gefa êrişa li Îranê xwar û tîma dan û standinan a Îranê tohmetbar kir ku ew "bi Amerîkayê re dilîzin" û ne pêbendî peymanan in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamegeran re axivî û got, "Doh wan bi tundî li me xist, îro jî em dê careke din bi tundî li wan bidin. Em dê êrişî wan bikin, êrişên gelekî giran."
Ev daxuyaniyên tund ên Trump di demekê de ne ku aloziyên di navbera Washington û Tehranê de gihîştine asteke nû.
Bi taybetî piştî ku Îranê helîkoptereke leşkerî ya Amerîkayê ya cureya Apacheyê xist, ev alozî gurtir bûn.
Hat zanîn ku her 2 pîlotên helîkopterê hatine rizgarkirin.
Li hemberî vê yekê, Amerîkayê wekî tolhildanekê êrişî baregehên fermandarî û çavdêriyê yên Îranê kir.
Îhtimala lêdana pir û santralan
Donald Trump eşkere kir, îhtimal heye ew fermanê bide ku pir û santralên elektrîkê yên li nav axa Îranê bibin armanc.
Wî berê jî gefeke wiha xwaribû lê bi cih neanîbû û dema ku jê hat pirsîn ka bi rastî planeke wî ya wiha heye yan na, Trump got, "Ez ji we re nabêjim lê ez dikarim wî karî bikim."
Serokê Amerîkayê bêhêvîbûna xwe ya ji pêvajoya aştiyê ya bi Îranê re anî ziman û destnîşan kir:
"Em gelekî nêzîkî peymanê bûn lê ew berdewam bi demê dilîzin û wekî ku em ehmeq bin bi me re mijûl dibin.
Her tişt amade ye û dan û standin li ser hatine kirin.
Tenê maye ku kaxezê îmze bikin lê ew tim îro û sibe dikin."
Donald Trump beriya konferansa rojnamegeriyê li ser platforma Truth Socialê wiha nivîsîbû:
"Zorbayê Rojhilata Navîn mir!
Wan ji bo gihîştina peymaneke ku dê ji bo wan gelekî baş bûya gelek dem xerc kir, niha dê neçar bimînin ku berdêla wê bidin."
"Dorpêça herî serkeftî ya dîrokê"
Trump pesnê dorpêçên deryayî yên Amerîkayê yên li ser Îranê da û ew wekî "dîwarekî pola" û "serkeftîtirîn dorpêça dîrokê" bi nav kirin.
Wî diyar kir ku ev dorpêç bûye sedema rawestandina bazirganiya Îranê û rêgirî li dayîna meaşên leşkerî kiriye.
Li hemberî êrişên Amerîkayê, Tehranê ragihand ku wan roja çarşemê êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin û Behreynê kiriye.



