Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a muzîka Kurdî Hozan Canê li nexweşxaneyeke Almanyayê hat emeliyatkirin, hat ragihandin ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e.
Hozan Canê ev çend sal in li Almanyayê dijî, ji ber nexweşiya xwe ketibû bin çavdêriya bijîşkan û di encama pêvajoya dermankirinê de hat emeliyatkirin.
Emeliyata wê bi serkeftî qediya
Li gorî agahiyan, emeliyata Hozan Canê bi serkeftî bi dawî bûye û dermankirina wê li nexweşxaneyê didome.
Tê çaverêkirin ku hunermend piştî temambûna pêvajoya çavdêriya nexweşxaneyê vegere mala xwe û dest bi jiyana xwe ya asayî bike.
Şandeyeke PDKyê serdana wê kir
Piştî emeliyatê, şandeyeke Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo agahdarbûna li ser rewşa tenduristiya wê serdana nexweşxaneyê kir.
Berpirsê beşa 6an a Ewropayê ya PDKyê Serhed Xefûrî bi hevkariya Berpirsê Komîteya Navçeya Frankfurtê ya partiyê Ednan Bekir çûn nexweşxaneyê û serdana Hozan Canê kir.
Serhed Xefûrî di serdanê de hêviya şifaya bilez û saxlemiyê ji bo hunermendê xwest û hêvî kir ku ew di demeke nêzîk de vegere nav qada hunerê û xizmeta xwe ya ji bo çand û muzîka Kurdî bidomîne.
Hozan Canê kî ye?
Hozan Canê sala 1971ê li navçeya Qereyaziyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ew yek ji dengên naskirî yên muzîka Kurdî ye û bi kilam û stranên xwe yên li ser welatparêzî, ziman û azadiyê tê naskirin.
Hunermenda Kurd ji ber karên xwe yên hunerî û siyasî li Tirkiyeyê çend salan di girtîgehê de mabû û pişt re vegeriyabû Almanyayê.



