Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşk û lêkolînerê Kurd Dr. Tevfîk Bayram, li eyaleta New Brunswickê ya Kanadayê wekî Birêvebirê Tenduristiya Civakê (Medical Officer of Health) hat peywirdarkirin.
Dr. Tevfîk Bayram ji Rûdawê re behsa karê xwe yê nû kir.
Ev post di pergala tenduristiya parêzgehê de yek ji postên herî bilind ên bijîşkî û birêvebiriyê ye.
Di tenduristiya giştî de roleke girîng dilîze
Ev post di avakirina nexşerê û bernameyên tenduristiyê yên parêzgehê de roleke gelekî girîng dilîze.
Birêvebirên tenduristiya civakê ji parastin û bipêşxistina tenduristiya giştî berpirsyar in.
Di nav karên wan de kontrolkirina nexweşiyên veguhêz, pêşîlêgirtina nexweşiyan û bipêşxistina tenduristiyê hene.
Her wiha amadehiya ji bo rewşên awarte û şîretdayîna zanistî û bijîşkî ya ji bo hikûmet û saziyên giştî di nav erkên wan de ne.
Ji bo Kurdan cihê şanaziyê ye
Peywirdarkirina Dr. Bayram hem ji bo civaka Kurd û hem jî ji bo koçberan xwedî girîngiyeke taybet e.
Gihîştina posteke bilind a birêvebiriyê di hikûmeta Kanadayê de destkefteke zehmet e û wekî serkeftineke mezin tê dîtin.
Ji bo gelek Kurdan, ev tayînkirin cihê şanazî û îlhamê ye.
Ev yek nîşan dide ku Kurd bi xweragirî, jêhatîbûn û profesyoneliya xwe dikarin postên herî bilind li seranserê cîhanê bi dest bixin.
Dr. Tevfîk Bayram dê bi zanîn, tecrube û pisporiya xwe beşdarî parastin û bipêşxistina tenduristiya civakê bibe.
“Bila xwe fêrî zimanên cuda bikin”
Dr. Tevfîk Bayram li ser serkeftina xwe û ciwanên Kurd peyamek da û got:
"Ez dikarim bibêjim, bijîşkên nû yan jî xwendekarên bijîşkiyê heta ji wan bê bila dîplome û sertîfîkayên navdewletî bistînin.
Bila perwerdeyên navdewletî li xwendina xwe zêde bikin û xwe fêrî zimanên cuda bikin.
Wekî din ti kêmasiyên Kurdan ji kesên din nînin.
Li welatê xwe em ji derfetên giştî bêpar hatine hiştin û em bi derfetên kêm dest bi jiyanê dikin. Heger derfet bê dayîn Kurd li welatê xwe jî dikarin gelekî serkeftî bin.
Li welatên wekî Kanadayê her çend zehmetî hebin jî dema tu serî li karekî didî, kes napirse tu ji kîjan netewe, reng yan olê yî.
Heger qabiliyeta te ya wî karî hebe tu dikarî wî karî bi dest bixî."
Dr. Tevfîk Bayram kî ye?
Dr. Tevfîk Bayram li Gundikê Melî yê paêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Şirnexê qedandiye.
Paşê beşa bijîşkî û pisporiya tenduristiya civakê li Stenbolê li Zanîngeha Marmarayê kuta kiriye.
Mastera xwe li ser tenduristiya civakê li Îsraîlê li Zanîngeha Îbraniyê ya Orşelîmê kiriye. Niha jî li Zanîngeha Montrealê ya Kanadayê doktorayê dike.
Wî teza xwe ya masterê li ser newekheviyên tenduristiyê yên di navbera Cihûyên Ortodoks, Cihûyên sekuler û Ereban de nivîsiye.
Teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên tenduristiyê yên ji bo koçberên li Swîsreyê amade kiriye.
Dr. Bayram her wiha lêkolîn li ser Kurdên ku bi Tirkî nizanin kiriye, da ku bizanibe ew çawa xwe digihînin xizmetên tenduristiyê.
Lêkolînên wî di gelek kovarên zanistî yên sereke yên cîhanê de hatine weşandin û li gelek kongreyan hatine pêşkêşkirin.
Wî di asta navneteweyî de gelek burs û xelat wergirtine.
Yek ji xebatên wî yên li ser zarokên ku xwîn diçe ser mejiyê wan, sala 2019an ji aliyê Komeleya Neştergerên Mejî ve li Tirkiyeyê xelata lêkolîna herî baş a salê stand.
Sala 2023yan jî li Kanadayê bursa Vanierê wergirt ku ev bursa herî bilind a hikûmeta Kanadayê ye.
Dr. Tevfîk Bayram bi gelemperî li ser tenduristiya civakên bindest dixebite.
Ew 5 zimanan dizane ku Kurdî, Îngilîzî, Fransî, Tirkî û Farisî ne.



