Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku ew dê îşev bi tundî li Îranê bixin û dest deynin ser binesaziya petrola vî welatî.
Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump di peyama xwe de ragihand ku şiyanên parastin û êrişkirinê yên Îranê têk çûne û ew dê îşev bersiveke tund bidin Îranê.
Serokê Amerîkayê daxuyand ku ew dê dest deynin ser bazarên petrolê jî.
"Em dê bazarên petrol û gazê bixin bin kontrola xwe"
Daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha ye:
"Amerîka dê îşev bi awayekî gelekî tund li Îranê bixe ku (hêzên wan ên deryayî, asmanî, radar, sîstemên dijîbalafiran û hemû formên din ên parastinê, bi piraniya şiyanên xwe yên êrişkirinê ve tune bûne!)
Di paşerojeke ne gelekî dûr de, em dê Girava Xarkê û xalên din ên binesaziya petrolê kontrol bikin.
Em dê bi temamî bazarên wan ên petrol û gazê bixin bin kontrola xwe.
Ev yek mîna wê pêngavê ye ku me bi Venezuelayê re kir û hem ji bo Venezuelayê û hem jî ji bo Amerîkayê bi awayekî gelekî serkeftî bi rê ve diçe.
Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!"



.webp&w=3840&q=75)