Hewlêr (Rûdaw) - JD Vance ragihand ku peymana nû Komara Îslamî ya Îranê neçar dike ku wekî welatekî asayî tevbigere û dawî li gefên xwe bîne.
JD Vance her wiha tekez kir ku serkeftina vê pêvajoyê dê di berjewendiya gelê Kurd û hemû herêmê de be.
Ev gotinên Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di bersiva pirseke Birêvebirê Ofîsa Washingtonê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Diyar Kurde de hatin kirin.
Diyar Kurde li ser çarenivîsa komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike û êrişên Tehranê yên li partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê 2 pirs kirin.
Diyar Kurde di pirsa xwe de got:
“Ew komên ku Îran li herêmê piştgiriya wan dike, beşdarî vî şerî bûn û zerer gihandin dezgehên Amerîkayê û hevpeymanên wê.
Ma ev peyman dê çi bandorê li wan koman bike bi taybetî jî li ser komên li Îraqê?
Pirsa min a duyem jî ev e; gelo ev peyman ji Îranê dixwaze ku êrişên xwe yên li partiyên mixalefetê yên Kurd ên li Herêma Kurdistanê rawestîne ku beriya du rojan jî êrişî wan kir?”
Guherîna reftarên Tehranê
JD Vance di dema konferansa rojnamegeriyê de bersiv da nûnerê Rûdawê û amaje bi stratejiya li pişt peymanê kir.
Vance ragihand ku bidestxistina her destkeftiyeke darayî ji bo Tehranê, bi guherîna reftarên wê yên li herêmê ve hatiye girêdan û got:
“Tiştê ku ev peyman di eslê xwe de dike ew e ku ji Îranê dixwaze wekî welatekî asayî tevbigere.
Eger wiha neke, wekî ku gelek kes bawer dikin Îran ti carî wiha nake, wê demê ti sûdên aborî bi dest naxe.
Lê eger wiha bikin, ev dê ji bo her kesî tiştekî pir baş be.
Dê ji bo Kurdan gelekî baş be û ji bo her kesê ku di bin barê gefên wan rêxistinên terorîst de bûne ku Îran piştgiriya wan dike dê baş be.
Çaverêkirin ew e ku Îran dawî li wan karên xwe bîne.
Eger raneweste, wê demê ew dê ti sûdan ji peymanê nebînin.”



