Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump tekezî li ser pêbendbûna Washingtonê ya ji bo çespandina aştiyê ya li Rojhilata Navîn kir.
Trump mizgîniya erzanbûna petrolê û vejîna bazaran da.
Wî ragihand ku ew li hemû eniyên şer li benda agirbesteke giştgir in.
Trump diyar kir ku ev yek eniya Libnan û Îsraîlê jî li xwe digire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser tora civakî ya Truth Socialê peyamek belav kir.
Wî di peyama xwe de anî zimên ku Amerîka bi temamî pêbendî pêkanîna aştiyê ya li herêmê ye.
Serokê Amerîkayê bangî hemû aliyên li Rojhilata Navîn kir ku pêbendî agirbest û aştiyê bin da ku dan û standin bi awayekî serkeftî bi pêş ve biçin.
Geşbûna bazaran û daketina nirxê petrolê
Serokê Amerîkayê amaje pê kir ku nûçeyên li ser peymanê bandoreke erênî li bazarên darayî kiriye.
Trump got, "Bazar ji tiştên ku diqewimin hez dikin. Petrol bi awayekî berçav erzan bûye û nirxê pişkan jî gelekî bilind bûye."
Daxwaza agirbestê li hemû eniyan
Trump di peyama xwe de tekez kir ku Washington li hemû eniyên şer li benda agirbesteke temam û giştgir e, bi taybetî jî li Libnan, Hizbulah û Îsraîlê.
Wî her wiha wî diyar kir ku divê li hemû wan cihan şer bê rawestandin.
Ev daxuyanî di demekê de ne ku Washington û Tehran nêzîkî îmzekirina fermî ya peymana Îslamabadê bûne.
Li gorî biryarê, 19ê Hezîrana 2026an dê merasîma fermî ya îmzekirina peymanê li Swîsreyê bê lidarxistin.
Ev peyman tê îmzekirin da ku agirê şer ê li herêmê were vemirandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe de wiha got:
"Amerîka pêbendî aştiyê ye. Em hemûyan li herêma Rojhilata Navîn teşwîq dikin ku pêbendî agirbest û aştiyê bin da ku dan û standin bi awayekî serkeftî bi pêş ve biçin.
Bazar ji tiştên ku diqewimin hez dikin. Bihayê petrolê gelekî daketiye û pişk jî gelekî bilind bûne.
Em li hemû eniyan li benda agirbesteke temam in, di nav de jî Libnan, Hizbulah û Îsraîl hene. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!"



