Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Kar û Karên Civakî ya Almanyayê ji Rûdawê re piştrast kir ku alîkariyên darayî yên mehane yên penaberan êdî bi temamî wekî pere nayên dayîn.
Wezareta Kar û Karên Civakî ya Almanyayê da zanîn ku her penaberek tenê dikare beşeke sînordar a pereyên xwe bi neqdî wergire û beşa din a alîkariyê bi rêya kartê dikare xerc bike.
Her wiha hat eşkerekirin ku penaber nikarin wan pereyan bişînin derveyî Almanyayê yan jî pê kirîna online bikin.
Berdevkê Wezareta Kar û Karên Civakî ya Almanyayê 18ê Hezîranê pirsên Edîtora Tora Medyayî ya Rûdawê Kehî Mehmûdê bersivandin.
Penaber çi qasî werdigirin?
Berdevkê Wezareta Kar û Karên Civakî ya Almanyayê da zanîn, her biyaniyekî ku li Almanyayê daxwaza penaberiyê dike, ji roja yekem a gihîştina wî û di 36 mehên yekem de, li gorî "Yasaya Alîkariyên Darayî yên Penaberan" mafê wî yê wergirtina alîkariya darayî heye.
Berdevk destnîşan kir ku divê ew penaber bêdahat be û mafê wî yê mayînê hebe û li ser xişteya alîkariyên darayî ev agahî dan:
"Alîkariya mehane ji bo her penaberekî ku bi tenê dijî 455 euro ye.
Her wiha ji bo ciwanên temenê wan di navbera 14-17 salî de 405 euro û ji bo zarokên 0 heta 13 salî jî mehane di navbera 309 û 337 euroyan de alîkarî tê dabînkirin."
Sînordarkirina pereyan
Berdevkê wezaretê her wiha ragihand ku her herêm dikare bi serê xwe li ser asta sînordarkirina xerckirina pereyên neqd biryarê bide û anî ziman:
"Armanca sînordarkirina pereyan ew e ku herî kêm pere di destê penaberan de hebin çimkî hinek pêdivî hene ku tenê bi neqdî tên kirîn."
Alîkarî tenê ji bo dabînkirina jiyanê ye
Hikûmeta Almanyayê dixwaze pereyên kêmtir bide destê penaberan, ji ber vê yekê biryar da ku beşek ji alîkariyan bi rêya Bezahlkarteyê bide ku mehane di navbera 50 û 150 euroyan de tê de heye.
Berdevk diyar kir ku penaber wê kartê ji bo dan û standina online bi kar nayînin û anî ziman:
"Ev kart garantî dike ku alîkarî ji bo armanca diyarkirî were bikaranîn ango ji bo dabînkirina jiyana di asta herî kêm de.
Her wiha ev kart barê rûtîn kêm dike çimkî êdî saziyên dewletê neçar nînin pereyên neqd li ser penaberan dabeş bikin."
Xizmetên tenduristiyê
Li gorî berdevkê wezaretê, tedawiya tenduristiyê "bi temamî" tenê di rewşên "ji nişka ve" de ji bo penaberan tê dabînkirin.
Wî destnîşan kir ku Almanya bi giştî xizmetên tenduristiyê yên sînordartir dide penaberan, bi taybetî ji bo nexweşiyên giran, rewşên êşê, ducanîbûn û hinek vaksînan lê belê wî amaje bi yasayeke nû kir ku ji 12ê Hezîrana îsal ve ketiye meriyetê.
Li gorî yasayê, ew penaberên ku temenê wan di bin 18 saliyê re ne, li gorî asta sîgortaya tenduristiyê ya giştî xizmetên tenduristiyê werdigirin ku êdî tenduristiya zarokên penaber nekeve metirsiyê.

.webp&w=3840&q=75)

