Bruksel (Rûdaw) - 27 serok û serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê rojên pêncşem û înê li Bruksela paytexta Belçîkayê li pişt deriyên girtî encamên peymana Îran û Amerîkayê dinirxînin.
Rawestandina şer ji bo Yekîtiya Ewropayê giring e lê belê hûrgiliyên peymanê, paşeroja Tengava Hurmizê û mijara mafên mirovan ên li Îranê di navbera serkirdeyên Ewropayê de xalên nîqaşê ne.
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li ser peymanê helwesta welatê xwe eşkere kir û got:
"Ez bi germî wê yekê pêşwazî dikim ku Serok Trump doh li Parîsê bi Îranê re peymanek îmze kir.
Ev gaveke mezin e ku çek bêdeng dibin û her wiha derbasbûna azad a di Tengava Hurmizê re careke din tê garantîkirin.
Em di Hikûmeta Almanyayê de bi aramî gotûbêj dikin ku ev yek çi derfetan ji bo me peyda dike ku em li vir alîkar bin."
Çarenivîsa cezayan
Yekîtiya Ewropayê berî şer û piştî şer çendîn pakêtên cezayan bi ser Îranê de sepandin.
Niha ku şer rawestiyaye, rakirin an jî sivikkirina cezayan yek ji mijarên civîna lûtkeyê ya Yekîtiya Ewropayê ye.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê li ser mijarê got:
"Mercên me yên zelal hene. Cezayên me yên cuda li ser Îranê hene.
Ango ew cezayên ku pêwendiya wan bi bernameya atomê re heye, bê guman eger rewş rê bide û eger peymaneke atomê hebe, wê demê ez piştrast im welatên endam dê li ser vê yekê biaxivin.
Her wiha cezayên li ser binpêkirina mafên mirovan jî hene û em dibînin ku rewşa mafên mirovan ji her demê xerabtir e.
Ji bilî vê, cezayên me yên li ser rêlibergirtina azadiya keştivaniyê jî hene.
Loma dema ku rewş rê bide, bê guman welatên endam dê gotûbêj bikin ka rakirina cezayan guncav e yan na lê em hîn negihîştine wê astê."
Mafên pêkhateyan û jinan
Di her alozî û şerekî de, rewşa neteweyên li sînorê şer yek ji dilgiraniyên Yekîtiya Ewropayê ye.
Serokwezîrê Estonyayê Kristen Michal li ser rewşa neteweyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ragihand:
"Çendîn rê di destê Ewropayê de ne ku mafên pêkhateyên li Îranê werin garantîkirin.
Ewropa bi giştî xwediyê karta dîplomatîk û her wiha karta gihîştina bi bazara Ewropayê û kel û pelan e.
Loma çendîn rê li pêşiya Ewropayê hene.
Dibe ku Ewropa carinan hinekî hêdî be, heta dibe ku gelekî pêşbînîkirî be jî lê ev tê wê wateyê ku Ewropa bazarekî herdemî ye ku hem mirov tê de parastî bin û hem jî hevkariyeke baş hebe.
Ji ber vê sedemê, Ewropa di warên cuda de xwedî bandoreke mezin e."
Her çi qas Yekîtiya Ewropayê ji bo dabînkirina sotemeniyê û ji bo ku sektora pîşesazî û çandiniyê têk neçe çavê wê li Rojhilateke Navîn a bê şer be jî, hewl dide hevsengiyekê ji bo mijara mafên mirovan, rewşa jinan û azadiya olan a li herêmê bibîne.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)