Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji bo dan û standinên bi Îranê re diçe Swîsreyê.
Medyaya Amerîkayê da zanîn ku Steve Witkoff ji bo beşdariya dan û standinên Amerîka û Îranê yên li ser peymana nukleerê ber bi Swîsreyê ve bi rê ket.
Her wiha Şêwirmendê Trump Jared Kushner jî gihîştiye Swîsreyê.
Li gorî raporeke malpera Axiosê ku ji zarê rayedarekî Amerîkayî hatiye belavkirin, biryar bû ku dan û standin roja înê dest pê bikin lê belê ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de ev hevdîtin hat bipaşxistin.
Hîn demeke nû ji bo destpêkirina wan nehatiye diyarkirin.
Mercê Îranê yê ji bo dan û standinan
Li aliyê din, çavkaniyeke agahdar ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî plan dikir ku roja şemiyê bigihêje Swîsreyê lê dibe ku di vê planê de guherîn çêbibin.
Eraqçî ji welatên navbeynkar re ragihandiye ku mijara agirbesta li Libnanê ji bo Tehranê mijareke "biryarder" e û destnîşan kiriye ku ev mijar dê bandoreke rasterast li serkeftina dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de bike.
Çavkanî diyar dikin ku Îranî dixwazin berî rûniştina li ser maseya dan û standinan a li Swîsreyê, ji aramî û agirbestê piştrast bibin.
Navbeynkariya Qeterê û amadehî
Di çarçoveya van hewlên dîplomatîk de, Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî ku wekî navbeynkarekî sereke yê di navbera her du welatan de tê dîtin, roja înê gihîşt Swîsreyê.
Derbarê şandeya Amerîkayê jî, biryar bû ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance serokatiya şandeyê bike lê belê wî şeva pêncşemê ji nişka ve gera xwe bi paş xist.
Heta niha ne zelal e ka dê dawiya vê hefteyê pêwendiyê bi şandeyê re deyne yan na.



