Hewlêr (Rûdaw) - Li Lîzbona paytexta Portugalê û bajarên din ên welêt ji ber krîza xaniyan bi hezaran kes careke din daketin kolanan.
Ev xwenîşandan, piştî çend demjimêrên midaxeleya polîsan a li dijî kampa xwenîşanderan çêbûn.
Polîsan çadirên wan xera kiribûn û 55 kes desteser kiribûn.
Xwenîşanderên li Portugalê li dijî bihabûna xanî û kirêyan derdikevin.
Xwenîşander hewl didin bi xwenîşandanên li Spanyaya cîran re di nav piştgiriyê de bin.
Li Madrîda paytexta Spanyayê jî bi hefteyan e xelk çadiran vedigire.
Lîzbon ne firotî ye
Bi hezaran kes li Qada Rossioyê ya li Lîzbonê kom bûn.
Wan biryar da ku ji roja çarşemê pê ve careke din çadirên xwe vegirin.
Di pankartên xwenîşanderan de dirûşmên wekî “Ji bo ku ez qîr bikim ez neçar mam derkevim kolanan” û “Lîzbon ne firotî ye” cih girtin.
Polîsan 55 kes desteser kirin
Hêzên ewlehiyê yên Portugalê berê sibeha sêşemê, li Lîzbon û Portoyê midaxeleyî kampên xwenîşanderan kir.
Wan dest danî ser 228 çadiran.
Polîsan di dema operasyonê de 55 kes desteser kirin û eşkere kir ku êdî mayîna di çadiran de ne qanûnî ye.
Di daxuyaniya polîsan de hat gotin, “Kesên desteserkirî birin navendên polîsan û dê di demeke herî nêzîk de sewqî meqamên dadî bên kirin.”
Bertekên li hemberî hikûmetê
Xwenîşander hikûmetê tawanbar dikin ku ji bo çareserkirina krîza xaniyan a li Portugalê tevnagere.
Her wiha ew bertek nîşanî hewldanên hikûmetê didin ku dixwaze rêziknameyên kirêyan qebûl bike da ku derxistina mirovan a ji malên wan hêsantir bibe.
Li Portoyê jî xwenîşanderan piştî ku hêzên ewlehiyê gefa midaxeleyê xwar, çadirên xwe bi xwe kom kirin.
Metirsiya belavbûna aloziyan
Dawiya hefteya borî li Fransayê ji ber bihabûna jiyanê xwenîşandan hatibûn kirin.
Rûdan û tundiya li wan xwenîşandanan tirsa wê yekê zêde kir ku dibe ku ev alozî li welatên din ên Ewropayê jî belav bibin.
Li Spanyayê jî piştî ku jineke 87 salî ji mala wê hat derxistin xwenîşandanan dest pê kiribû û ev nêzîkî 4 hefteyan e didomin.
Ji ber van xwenîşandanan biryar hat dayîn ku 29ê Çiriya Paşîn hilbijartinên pêşwext ên giştî bên kirin.

.jpg&w=3840&q=75)

