Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku gihîştina bi her cure peymanekê re bi desthilatdarên Tehranê re karekî "gelekî zehmet e".
Wî da zanîn ku Tehran li Tengava Hurmizê ji bo binavkirina keştiyên bazirganiyê "taktîkên keştiyên binerdî yên serdema Naziyan" bi cih tîne.
"Nizanin peymanê bikin"
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya Hindistanê re de li ser Îranê axivî û got:
"Gelekî zehmet e ku mirov bi desthilatdarên Îranê re bigihîje peymanekê. Mixabin, ew di bingehê de nizanin çawa peymanê bikin."
Li gorî gotina wî, sedema vê yekê ew e ku desthilatdarên Îranê ji aliyê kesayetiyên olî yên tundrew ve tên kontrolkirin ku bi temamî di bin bandora îdeolojiyê de ne.
"Taktîkên Naziyan bi kar tînin"
Marco Rubio qala rewşa tevgera keştiyên li Tengava Hurmizê kir.
Wî diyar kir ku pêvajoya veguhastina petrolê di navbera ji sedî 80 û ji sedî 100ê asta beriya aloziyan de didome.
Lê wî li ser helwest û tevgerên Tehranê hişyarî da û wiha axivî:
"Îran bi eşkereyî dibêje em keştiyên bazirganiyê dikin armanc û em hewl didin wan deryavanan bikujin ku ti pêwendiya wan bi şer re nîne.
Her wiha dibêje ku em dixwazin keştiyan bin av bikin. Ev bi temamî wekî taktîkên keştiyên binerdî yên Naziyan ên di serdema Şerê Cîhanê yê Duyem de ye."
Êrişên li ser rêyên keştiyan
Rubio destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê bi şevan beşeke mezin a wan mûşek û dronan têk dibin ku arasteyî xetên keştiyan tên kirin.
Lê wî anî zimên ku carinan ew mûşek û dron li keştiyan dikevin û dibin sedema zererên canî.
Wî bi bîr anî ku kuştina çend deryavanên Hindistanî jî di nav van zereran de ye.
Zextên aborî dê bidomin
Rubio tekez kir ku dê Washington zextên xwe yên aborî yên tund bidomîne.
Li gorî wî, desthilatdarên Îranê dahata xwe ya darayî ji bo xizmeta xelkê xwe bi kar nayînin.
Berevajî vê yekê, ew pereyên xwe ji bo piştgiriya terorê û bipêşxistina mûşek û dronan terxan dikin.

.jpg&w=3840&q=75)

