Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tirkiye, Qeter, Pakistan û Endonezyayê de li ser pîşesaziya parastinê, hilberîna hevpar a leşkerî û fêrbûna teknîkî peymana hevkarî ya bi navê "Peymana Lihevkirinê ya Bedirê" hat îmzekirin.
Ev peyman wekî pêngaveke mezin a aborî û leşkerî li Rojhilata Navîn û Asyayê tê nirxandin ku şiyana hilberîna leşkerî ya van welatan digihîne hev.
Merasîma îmzekirinê li paytexta Qeterê ya Dohayê bi beşdariya wezîrên parastinê yên çar welatan hat lidarxistin.
Di merasîmê de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Dewletê yê Berpirsê Karên Parastinê yê Qeterê Şêx Saud bîn Abdulrahman Sanî, Wezîrê Parastina Pakistanê Xace Mihemed Asif û Alîkarê Wezîrê Parastina Endonezyayê Yusuf Cewherî amade bûn.
Çar welat şiyanên xwe yên pîşesaziya leşkerî digihînin hev
Li gorî daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê wezaretên parastinê ve hatiye belavkirin, ev gava stratejîk di warê pîşesaziya leşkerî de dê serdemeke nû bide destpêkirin.
Li gorî çarçoveya peymanê, welatên beşdar êdî tenê çekan ji hev nekirin, dê berovajî vê yekê pergalên parastinê yên nûjen bi hev re çêbikin û dê zanînên teknîkî parve bikin.
Di heman demê de her çar welat dê şiyan û kapasîteya pîşesaziya xwe ya parastinê bixin xizmeta hev da ku hewcedariyên hevkar û dostên xwe dabîn bikin.
Lêkolîn û bipêşketin, wekî xala herî girîng a vê peymanê derdikeve pêş. Çavkaniyên leşkerî radigihînin ku ji bo projeyên nû yên leşkerî û pergalên çekan ên bipêşketî, dê xebatên lêkolînê yên hevpar werin meşandin û di qada leşkerî û endezyariya parastinê de jî bernameyên perwerdeyê yên teknîk ên hevpar werin organîzekirin.
Wateya navê "Bedir" û taybetiya peymanê
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pîşesaziya parastinê hatine wergirtin, navê "Bedir" di zimanê Erebî de tê wateya heyva çardehê.
Berpirsan da zanîn ku ev nav ji ber wê yekê hatiye hilbijartin ku kapasîteya van çar welatan wekî heyvê hevdu temam dike û hêzeke giştî ava dike.
Pisporên leşkerî diyar dikin ku ev gav ji "Peymana Parastinê ya Mekeyê" (ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatibû îmzekirin) cuda ye.
Di Peymana Mekeyê de bendeke parastina hevpar heye ku li gorî wê eger êrişek li ser welatekî pêk were, wekî êrişeke li ser hemûyan tê pejirajdin lê Peymana Bedirê bi temamî li ser pîşesazî, hilberîn û aboriya parastinê ava bûye.
Tê payîn ku ev peymana nû bandoreke mezin li ser amarên bazirganiya çekan a li herêmê bike û rê li ber gavên nû yên polîtîk û stratejîk veke.

.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)