Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku îdeolojiya DAIŞê ji bo ewlehiya navxweyî ya wan yek ji metirsiyên herî mezin e.
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê tekez kir, her çend DAIŞê deverên di bin kontrola xwe de ji dest dabin jî hebûna wê ya îdeolojîk berdewam e, bi taybetî pêwendiya wan a bi ciwanan re berdewam dike.
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê her wiha destnîşan kir ku tenê bersivdana li dijî rêxistina DAIŞê ya li ser sînorên Almanyayê têrê nake.
Hat diyarkirin ku ew di çarçoveya hevahengiyeke navneteweyî de û li welatên çavkanî ji bo kêmkirina vê metirsiyê bi rêya gavên cuda dixebitin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê li ser metirsiya DAIŞê û şerê li dijî wê, roja duşemê pirsên Edîtora Tora Medyayî ya Rûdawê Kehî Mehmûdê bersivandin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê li ser asta metirsiya rêxistinê got:
"Teror û îdeolojiya DAIŞê hîn jî ji bo ewlehiya navxweyî ya Almanyayê û hevparên me yên Ewropayê yek ji metirsiyên herî mezin e."
Bersivdana li ser sînoran têrê nake
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê li ser girîngiya berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê tekez kir ku ewlehiya navxweyî ya Almanya û Ewropayê bi aramiya deverên resen ên DAIŞê ve girêdayî ye û anî zimên:
"Tenê parastineke karvedanî li hemberî metirsiyên li ser sînorên me yên navxweyî kêm e û têrê nake."
Li gorî gotina wî berdevkî, ewlehiyeke demdirêj di çarçoveya beşdariya di siyaseta ewlehiyê, rêlibergirtina krîzan, aramiya sivîlan û hevahengiya bipêşketina berdewam de ye, lewma hikûmeta federal piştgiriyê dide toreke navneteweyî ya ji bo birêvebirina qeyranan.
Berdevk her wiha piştrast kir ku şerê li dijî DAIŞê û gavên li dijî sedemên koçberiya neyasayî bi hev ve girêdayî ne û pê de çû:
"Ji ber vê yekê, aramiya li welatên çavkanî ne tenê xelkê wê derê ji tundî û koçberkirina bi darê zorê diparêze, di heman demê de li dijî sedemên tevgerên koçberiya neyasayî ya ber bi Ewropayê ve jî dixebite û bi vî awayî ewlehiya Komara Federal a Almanyayê bi awayekî berdewam xurt dike."
Amarên endamên DAIŞê yên hatine darizandin
Hejmara endamên DAIŞê yên ku hatine darizandin di navbera salên 2025 û 2026an de zêdetirî du qatan zêde bûye.
Hejmara wan li seranserî 8 dadgehên bilind ên herêmî yên Almanyayê sala 2025an 7 kes bûn, sala 2026an bûye 16 kes.
Amarên ku Rûdawê kom kirine bi vî awayî ne:
Dadgeha Bilind a Dusseldorfê (Nordrhein-Westfalen): Salên 2025 û 2026an 7 gumanbarên DAIŞê hatine darizandin. Li gorî daxuyaniya dadgehê, 2 ji wan kesan Îraqî bûne û yên din jî xwedî nasnameya Tirkiye, Sûriye û Almanyayê bûne. Her wiha 3 dosyeyên din ên têkildarî DAIŞê hîn jî berdewam dikin.
Dadgeha Bilind a Bavyerayê (Bayern): Sala 2025an tohmetbarekî endamê DAIŞê yê xwedî nasnameya Almanyayê hat darizandin.
Dosyeya vekirî: Dosyeyek.
Dadgeha Bilind a Stuttgartê (Baden-Wurttemberg): Sala 2025an 2 endamên DAIŞê û sala 2026an endamekî DAIŞê hatine darizandin. Di nav wan kesên hatine darizandin de welatiyên Sûriye, Îraq, Tirkiye û Almanyayê hebûn.
Dosyeya vekirî: Kesek.
Dadgeha Bilind a Frankfurtê (Hessen): Darizandin: Sala 2025an 2 endamên DAIŞê û sala 2026an 2 endamên DAIŞê. Li gorî dadgehê, kesên Alman ên eslê wan biyanî ye jî di nav wan de bûn.
Dosyeyên vekirî: 8 dosyeyên têkildarî DAIŞê vekirî mane.
Dadgeha Bilind a Celleyê (Niedersachsen): Salên 2025 û 2026an 4 gumanbarên DAIŞê hatine darizandin.
Li gorî dadger, di nav kesên hatine darizandin de Almanek, Alman-Îraqiyek, Alman-Tûnisiyek û Alman-Libnanîyek hebûn.
Dadgeha Bilind a Koblenzê (Rheinland-Pfalz): Salên 2025 û 2026an: Darizandina gumanbarekî DAIŞê.
Dadgeha Bilind a Herêmî ya Thuringenê (Thuringen): Sala 2025an 2 endamên DAIŞê û sala 2026an endamekî DAIŞê hatine darizandin.
Li ser nasnameyên wan, dadgehê ragihand ku 2 kes welatiyên Efxanistanê û kesek jî Sûriyeyî bû.
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)