Hewlêr (Rûdaw) - Emmanuel Macron ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump "ji Fransayê hez nake."
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di heman demê de Trump tohmetbar kir ku li ser wan xwenîşandanên ku li çend bajarên Fransayê belav bûne daxuyanî û agahiyên nerast belav kirine.
Ji meha Îlonê ve li gelek bajarên Fransayê, xwendekarên amadehiyê ji ber bihabûnê û xirabbûna rewşa dibistanan dest bi xwenîşandanan kiriye.
Beşek ji xwenîşandanan veguherî tundiyê û heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 kes hatine desteserkirin.
Macron li ser daxuyaniyên Koşka Spî yên li ser rewşa Fransayê û li ser pirsa rojnamegeran a ku "Gelo Trump ji Fransayê hez nake?" got:
"Divê mirov vê rastiyê qebûl bike. Hemû kesên ku di vê demê de bi xerabî behsa welatê me dikin, ew kes in ku ji welatê me hez nakin."
Serokê Fransayê her wiha anî zimên:
"Hinek kes hene îdia dikin ku komên koçber û Îslamî bi ser me de hatine û welat dagir kiriye, ev yek bi temamî nerast e."
Dema ji Macron hat pirsîn ka ev gotin Trump jî li xwe digire yan na, wî got:
"Ew jî û yên din jî. Di rewşeke wiha de mirov dikare bi zelalî bibîne ka kî ji Fransayê hez dike û kî jê hez nake."
Xwenîşandan wekî karta hilbijartinê
Trump xwenîşandanên li Fransayê wekî karteke bangeşeya hilbijartinên nîvdemî yên Kongreyê bi kar anî û hişyarî da ku eger Partiya Komarî têk biçe dê heman çarenivîsa Fransayê were serê Amerîkayê jî.
Serokê Amerîkayê roja duşemê di civînekê de li eyaleta Kansasê da zanîn:
"Eger hûn dixwazin bizanin metirsiya vê hilbijartinê çi ye, tenê li tiştên ku li Fransayê diqewimin binêrin.
Welatekî ku berê mezin bû, niha ji aliyê koçberan, cîhadî û wan Komunîstên ku nefretê ji Xiristiyanan dikin ve tê dagirkirin, talankirin û bi temamî tê şewitandin."
Donald Trump û Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance piştgiriya xwe ji bo Partiya Eniya Niştimanî (RN) ya mixalefetê nîşan da.
Ew partiya rastgira tundrew a bi serkêşiya Marine Le Penê, hikûmeta Macron bi xemsariya li hemberî têkoşîna li dijî sûcan tohmetbar dike.
Di vê çarçoveyê de Serokê Partiya Eniya Niştimanî Jordan Bardella roja yekşemê anî ziman:
"Em berdêla dehan salên nermiya li hemberî sûcan, lawaziya desthilatê û bêçekkirina exlaqî, derûnî û madî ya hêzên xwe yên ewlehiya navxweyî didin."

.jpg&w=3840&q=75)

