Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê erdhejeke pir bi hêz û giran bi hêza 7 pileyan çêbû. Erdhej bi kûrahiya 10 kîlometreyên di bin erdê de qewimî.
Li gorî agahiyên tora navendî ya Çînê, navenda erdhejê nêzîkî 183 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê Nagquyê û derdora 400 kîlometre dûrî paytexta Tîbetê, bajarê Lhasayê ye.
Hat diyarkirin ku cihê erdhejê herêmeke çiyayî û bilind e ku asta bilindahiya wê digihîje nêzîkî 4 hezar û 864 metreyan.
Hişyariya zererên mezin û ziyana canî
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) piştî erdhejê ji bo herêmê "alarma zer" ragihand. Ev alarm nîşan dide ku her çend herêm kêm-niştecîh be jî, ji ber tundiya hejînê metirsiya zererên madî yên mezin û ziyanên canî heye.
Erdhej li bajarên derdorê û bi taybetî li Lhasa û Nagquyê hatiye hîskirin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, rayedarên Çînê û saziyên tenduristiyê bi fermî hîna ti agahiyên piştrastkirî derbarê hejmara mirî yan jî birîndaran de belav nekirine. Tîmên hawarçûnê û parastina sivîl ber bi navenda erdhejê ve bi rê ketine daku rewşê ji nêzîk ve binirxînin.
Erdheja herî bi hêz a salên dawî
Ev erdheja 7 pileyan wekî erdheja herî bihêz tê hesibandin ku ji Kanûna Paşîn a 2024an vir ve li Çînê qewimiye.
Herêma Tîbetê û parêzgehên derdora wê li ser xetên fayan ên çalak in. Kanûna Paşîn a 2025an jî li navçeya Tingriyê ya herêma Shigatseyê ya Tîbetê erdhejeke bi hêza 6.8 pileyan rû dabû û di encamê de herî kêm 120 kesan miribûn.
Saziyên erdhejnasiyê hişyariyê dan, dibe ku di demjimêrên pêş de erdhejên paşekî yên bihêz li heman herêmê rû bidin.
.jpg&w=3840&q=75)


