Berlîn (Rûdaw) - Di nava krîzên siyasî û aborî de, 16 serokwezîrên herêmên Almanyayê li Berlînê civiyan.
Serokwezîran li hemberî pirsgirêkên hevpar sînorên xwe kirin yek û helwesteke hevpar nîşan da.
Bihabûn û enflasyonê bandoreke neyînî li Almanyayê kiriye.
Her 16 serokwezîr ditirsin ku ew agirê ku bi kolanên Ewropayê ketiye, bigihîje nav sînorên wan jî.
Dersînorkirina bilez a koçberan
Serokwezîrê Herêma Saksonyaya Jêrîn (Niedersachsen) Olaf Lies li ser mijara ewlehî û terorê axivî.
Olaf Lies bal kişand ser çavkaniyên darayî yên rêxistinên terorîst û got:
"Divê em bi awayekî bibandor rûbirûyî dabînkirina darayî ya ji bo pêkhateyên tundrew û terorîst bibin.
Ji bo vê mebestê jî, em dê tawaneke yasayî ya nû destnîşan bikin da ku em rê li ber wan kesan bigirin ku ji bo rêxistinên terorîst bexş û alîkariyan kom dikin.
Her wiha em dê rêkaran hêsantir bikin da ku em dest deynin ser wan pereyan."
Olaf Lies diyar kir ku ew dê hemû desthilatên xwe yên di asta Ewropa û navxweyî de bi kar bînin.
Wî destnîşan kir ku ew dê ji bo dersînorkirina bibandor, qedexeya demdirêj a ketina welêt û paşdavegerandina kesên metirsîdar gavan biavêjin.
Lies li ser paşdavegerandina koçberan jî hişyarî da û wiha pê de çû:
"Dema ku mijar ewlehî be, welatî bi vê çaverêkirinê li me dinêrin.
Ev yek, şandina bilez a tawanbar û kesên metirsîdar, bi taybetî jî yên ku pêwendiya wan bi Efxanistan û Sûriyeyê re heye, li xwe digire. Ev babeteke gelekî zelal û eşkere ye."
Metirsiya rastgirên tundrew
Yek ji mijarên girîng ên civînê jî metirsiya bihêzbûna Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya li herêmên rojhilatê Almanyayê bû.
Serokwezîrên herêman li ser wê metirsiyê rawestiyan ku dibe ev partiya rastgir a tundrew li hemû herêman belav bibe.
Serokwezîrê Herêma Rheinland-Pfalzê Gordon Schnieder jî zêdebûna dengên AfDyê wekî cihê nîgeraniyê nirxand û got:
"Zêdebûna dengên AfDyê û derfeta pêkanîna hikûmetê ya li Sachsen-Anhaltê, ji aliyê ewlehiya neteweyî, Dezgeha Parastina Destûrê û berevaniya jêrxana Almanyayê ve cihê dilgiraniyê ye.
Lêbelê em li herêman bi xebateke hevpar, aramiya dewletê diparêzin."
Banga kêmkirina baca karebayê
Li hemberî zêdebûna bihayê elektrîkê ya li Almanyayê, serokwezîrên herêman bangî hikûmeta federal kir ku bi lez baca enerjiyê, bi taybetî jî ya elektrîkê kêm bike.
Armanca vê daxwazê ew e ku barê giran ê li ser welatî û kargehan sivik bibe.
Di heman demê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo bipêşxistina bendergehan û sektora dermanan budçeyeke taybet were terxankirin.
Serokwezîran diyar kir ku ev sektor şahdemarê aborî û parastina neteweyî ne.



