Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên payebilind ên ewlehiyê yên Îranê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku eger Amerîka û Îsraîl careke din êrişî Îranê bikin, Îranê plan daniye ku kabloyên înternetê yên li binê deryayê yên li Kendavê bike armanc.
Yek ji wan berpirsan diyar kir ku armanca Îranê ew e piştî her êrişekê rê li ber temîrkirina van kabloyan bigire da ku qutbûna xetên pêwendiyê û xeta înternetê demeke dirêj biajo.
Berpirsê din ê ewlehiyê yê Îranê got:
"Eger careke din êrişî Îranê bê kirin ti xetên sor namînin; ji kabloyên li binê deryayê heta baregehên leşkerî, baregehên veşartî jî dê bibin armanc."
Wî berpirsî hişyarî da Washingtonê ku "bi agir nelîze" û anî zimên ku destê Îranê digihêje hemû kabloyên li binê deryayê û bi hêsanî dikare wan wêran bike.
Roja çarşema vê hefteyê Alîkarê Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê yê Kar û Barên Siyasî Yedullah Cewanî jî gotibû ku eger êrişî binesaziya Îranê bê kirin, dibe ku Tehran 7 kabloyên sereke yên înternetê yên li Tengava Hurmizê bike armanc.
Bandora li ser înterneta cîhanî
Li gorî amarên Yekîtiya Navneteweyî ya Pêwendiyan (ITU) ku saziyeke girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye, nêzîkî ji sedî 99ê veguhastina înterneta cîhanê bi rêya kabloyên li binê deryayê tê kirin.
Lê Birêvebirê Lêkolînan ê şirketa lêkolînên pêwendiyan a TeleGeographyê Alan Mauldin diyar dike ku dibe ku bandora cîhanî ya van êrişan sînordar be.
Alan Mauldin da zanîn ku kêmtir ji ji sedî 1ê qada pêwendiya navneteweyî ya înternetê di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
Tengava Hurmizê Îran û Umanê ji hev vediqetîne û Kendavê bi Deryaya Umanê û Deryaya Ereban ve girê dide.
Armancgirtina binesaziya dîjîtal
Planên li ser îhtimala êrişa li dijî kabloyên li binê deryayê nîşan didin ku serkirdayetiya Îranê di wê baweriyê de ye ku divê bersiva her operasyoneke nû ya leşkerî ya Amerîkayê ji ya berê gelekî tundtir be.
Beriya çend rojan berpirsê payebilind ê ewlehiyê yê Îranê Muhsîn Rezayî hişyarî dabû ku di egera derketina şerekî nû de dibe ku binesaziya dîjîtal a girêdayî Amerîkayê ya li seranserî Kendavê, di nav de navendên amaran û navendên hişê çêkirî bên armancgirtin.
Berpirsê duyem ê ewlehiyê yê Îranê yê ku bi Reutersê re axivî diyar kir ku hevpeymanên Washingtonê yên li Kendavê veberhênanên mezin di vê binesaziyê de kirine û got:
"Pêwîst e ew Washingtonê ji her zerereke ku bigihêje kabloyên binê deryayê berpirsyar bibînin."



