Hewlêr (Rûdaw) - Ji qadên xwenîşandanan ber bi kursiyê desthilatê ve, ev yek navnîşana rewşa niha ya Sirbistanê ye.
Li wî welatê Ewropayê rûpela desthilatdariya 12 salî ya Aleksandar Vuçiç hat girtin.
Di hilbijartinên ku bi beşdariyeke rekor hatin kirin de, tevgereke xwendekaran a ku du sal in li dijî desthilatê serî hildide, bi serkeftineke dîrokî gihîşt desthilatê.
"Dengê gel hatiye bihîstin"
Li gorî encamên destpêkê, "Lîsteya Xwendekaran" li parlamentoya ji 250 kursiyan, di navbera 135 û 140î de kursî bi dest xistine.
Li hemberî vê yekê Partiya Pêşverû ya Sirbî (SNS) ya Vuçiç tenê 105 kursî bi dest xistine.
Aleksandar Vuçiç têkçûna xwe qebûl kir û anî zimên ku "dengê gel hatiye bihîstin."
Felaketa ku bû sedema guhertinê
Tevgera xwendekaran a ku niha bûye hêzeke siyasî, piştî felaketa Çiriya Paşîn a 2024an dest pê kiribû.
Di wê felaketê de li Stasyona Trêneyê ya Novi Sadê 16 kesan canê xwe ji dest dabû.
Xwendekaran bawer dikir ku gendelî û avakirina bêkalîte sedema wê felaketê ne.
Bi vê baweriyê xwendekar, akademîsyen û werzişvan hatin cem hev û dirûşma "Sirbistan yan Mafya" berz kirin.
"Em dê paşerojê ava bikin"
Piştî ku encam hatin eşkerekirin, bi hezaran kes daketin kolanên Belgradê û serkeftina xwe pîroz kir.
Mamosteyê Zanîngeha Belgradê Radomîr Saiçîçê di "Lîsteya Xwendekaran" de got:
"Em îşev şahiyê dikin, sibe em dê paşerojê ava bikin."
Beşdariyeke rekor
Beşdariya di hilbijartinê de gihîşt ji sedî 67,6an ku ev rêjeya herî bilind a ji sala 1992yan û vir ve ye.
Ev encam ne tenê li Sirbistanê, li tevahiya Ewropayê wekî îlhamekê ji bo tevgerên ciwanan tê dîtin.
Tevî hemû astengiyên desthilatê û hewldanên binpêkirinê jî, tevgereke xwendekaran karî pergaleke siyasî ya 12 salî biguherîne û rûpeleke nû li vî welatî veke.


